Karkerê înşaetê di sir û sermaye de dixebitin 2017-02-04 09:17:31 ENQERE - Paytextê siyaset û burokrasiya Tirkiye Enqere her çend bi brokrasî û polîtîkayê bê zanîn jî karkerên înşaetan ên li gel sir û sermaya zêde di nava şert û mercên zor û zahmet de dixebitin jî ne kêm in. Karkerên înşatê, ji bo debara malbata xwe bikin neçarin di nava sir û sermayê de kar bikin. Di nava karkeran de endezyarên ku zanîngeh xelas kirine û li vir wekî karkerên înşatê dixebitin jî hene. Bajarê Enqereyê ku ji bo hin kesan bajarê siyasetê, ji bo hin kesan bajarê dîplomasiyê û ji bo hin kesan jî bajarê romantîzmê ye, ev bajar ji bo karkeran jî bajarê zor û zahmetiyê ye. Li bajarê Siyaset û burokrasiyê Enqere, li aliyekî rêveber û siyasetmedar di nava jiyanek luks de dijîn, li aliyê din karkerên înşaetê di nava şert û mercên gelek dijwar de dijîn. Li navçeya Gazî Osman Paşa, karkerên înşaetê di nava jiyanek zahmet de dijîn. Li semta Çînçîn ku Romen lê dijîn û li semta Elewî û kurd lê dijîn Mamakê welatî di nava sefalet û jiyanek dijwar de dijîn. Li van semtan esnaf û karkerên înşatê di nava şert û mercên gelek dijwar de dixebitin. Li Enqereyê, di van rojên ku sermaya hewayê digêje bin sifirê re 10 derece karkerên înşatê li gel sermaya zêde dixebitin. Karkerên înşatê ji rojhilata rojê heta rojava ji bo pariyek nan bibin malê di nava şert û mercên herî dijwar de dixebitin. Li ser rêya Eskişehirê di Şantiyeya Nexweşxaneya Bilkent Şehir de nêzî 3 hezar karker dixebitin. Rêveberiya şandiyê ji bo karker xwe germ bikin destûr nadin agir vêxin. Karkerên ku mecbûrin agir pêbixin çawa ku firsende dibînin bi awayekî veşarî agir pêdixin. Karker diyar dikin ku ji sermaye zêdetir li debarê difikirin." BI HEZARAN KARKERAN PERÊ XWE NAGIRTIN Û DERKETIN Li vê şandiyeya ku heta demek berê 8 hezar karker dixebitîn ji ber nekarîbûn heqê xwe bigirin dest ji kar berdan. Bi hezaran karkerên ku di nava sir û sermaya zêde de dixebitin yek ji karê herî zahmet xwarina nîvro ye. Bi hezaran karker 12 qat derdikevin jor û divê di nava 40 deqîqeyan de xwarinê bixwin. Odeyên ku dişibin koxuyan karker ji bo bi ava germ serê xwe bişon bi rojan dikevin dora serşuştinê. Karkerên ku di nava şert û mercên zahmet de dixebitin gelek caran nexweş dikevin û li dijî nexweşiyên giran têdikoşin. ENDEZYARÊ ELEKTIRÎKÊ BÛYE KARKERÊ ÎNŞATÊ Yek ji karkerê înşatê yê ji Mereşê Bariş Can, ji ber ku li Mereşê kar bi destê wî neketiye neçar baye ku di nava şert û mercên giran ê bê ewle de bixebite. Can her çend endezyarê Elektrîkê ye jî ji ber ku kar bi destê wî neketiye neçar e ku li vir di karê înşaetê de bixebite. Can, diyar kir ku li vî welatî mirov bixwîne û nexwîne dîsa kar bi dest naxe û wiha got: "Mirov ji bo kar dest ji bajarê xwe berde û biçe bajarekî din li xerîbiyê karê înşatê bike gelek zahmet e. Lê em neçarin debara xwe bikin. Sir û serma ye. Di zivistane de şertê xebatê gelek dijwar e. Em ji 2 mehan careke zar zor heqê keda xwe distinin. Lê em neçar in vî karî bikin." Bavê 3 zarokan Bekîr Tora ê 33 salî jî diyar kir ku 15 salin karê înşatê dike û wiha got: "Li Tirkiye ji ber kar tune mirov her karê zor û zahmet dike. Em rastî gelek zor û zahmetiyan tên. Min dibistan nexwendiye. Lê ne poşman im. Ji ber ku xwendekaren zanîngeh xwendin û kar bi dest nexistin jî hene. Min berê li Wanê karê sewalkaryê dikir. Piştî malbate dest ji karê sewalan berdan min dest bi karê înşatê kir. Ez ji bo debara xwe bikim neçarim vî karî bikim. Em li vir ji ber sermaya zêde nexweş dikevin." Li înşaeta Nexweşxaneya Bîlkent Şehîr gelek caran ji bo karkeran heqê xwe negirtin çalakî pêk anîn. Gelek caran dest ji kar berdan û rûniştin.