Hevserokê Giştî yê SES'ê Kara hat binçavkirin 2016-11-21 19:58:35 ENQERE - Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahim Kara û rêveberên sendîkayê dema xwest li dijî OHAL’ê çalakî pêk bînin hatin binçavkirin. Sendîkaya SES'ê xwest xwest li dijî OHAL'ê li Kolana Sakarya ya Enqereyê çalakî pêk bîne. SES'ê dema xwest li dijî OHAL û ji peyvirgirtina endamên xwe çalakiyê pêk bîne polîsan çalakî asteng kir. Dema kedkarên tenduristiyê xwest bertek nîşanî vê yekê bidin polîsan Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahim Kara û Serokê Şaxa SES'ê yê Enqereyê Husnu Yildirim û rêveberên sendîkayê Fikret Çalagan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan.