Karkerên Skyland ji bo jiyanek mirovane dest ji kar berdan 2017-02-08 08:14:12 STENBOL - Karkerên li şantiyeya Skyland Îstanbul a Seyrantepeyê ji ber şertên xerab dest ji kar berdan, diyar kirin ku tenê daxwaza wan jiyanek mirovane ye. Karkerên şantiyeya Skyland Îstanbul a girêdayî Eroglu, ya li Seyrantepeyê dest ji kar berdan, diyar kirin ku armanca wan ji bo jiyanek bi rûmet û jiyanek mirovî ye. Karkerên ku ji ber ceyran tune û di şertên xerab de dijîn, diyar kirin ku bi rojan di bin şertên bê tenduristî de kar dikin 2 roj berê dest ji kar berdan. Karkerên dest ji kar berdan li Kagithane ser rêya Şantiyeya Skylandê rê li trafîkê girtin. Karkerên ku rojekê çalakiya rêgirtinê berdewam kirin bertek û nerazîbûnên wan berdewam dikin. Osteyê dîwar Ali Berka (32), diyar kir ku ewkî karkerê Şantiyeya Sayman a girêdayî Eroglu dixebite û wiha got: "Ez li Esenyurtê tevî malbata xwe dijîm. Lê ji ber nikarim biçim malê li şandiyê dijîm. Ji ber ku nikarim kirêya xwe ya 650 TL razînim zahmetiyan dijîm. Li şantiyeya Eroglu heta 15 saetan ceyran qut bû. Ji ber ceyran qut bû hevalên me çalakî pêk anîn. Sedem ne tenê ceyran e. Ava germ tune ye, ewlehiya me tune ye. Xwarin nayê xwarin. BILA DAXWAZÊN ME PÊK BÊN Berka, diyar kir ku ji bo daxwazên wan ên jiyana mirovane pêk bên çalakî pêk anîn û tenê daxwaza wan jiyanek mirovane ye. Berka, da zanîn ku ji bo dawî li şertên xerab bên dest bi çalakiyêkirin. Nêzî 2 hezar karker li Şantiyeya Skylandê dixebite. Daxwaza tevan yek e. 3 MEHIN HEQÊ XWE NASTÎNE Karkere Şîrketa Skylandê Bekir Suzenler ê 40 salî ku bavê 3 zarokan e jî anî ziman ku 6 meh in kar dike, lê 3 mehin heqê xwe nastîne. Suzenler diyar kir ku ji ber heqê xwe nastînin mexdûr dibin. Suzenler anî ziman ku jibo şert û mercê wan ê kar baş bibe û heqê xwe bistînin rê li trafîkê girtin û wiha got: "Ava vexwarinê, xwarin, ceyran tev bi pirsgirêk in. Em avê bi pereyan dikirin. Em bê av dimînin. Pereyê me yê sîgorta kêm radizînin. Ger ku daxwazên me pêk neyên em dê çalakiya xwe berdewam bikin. Karker Emrah Adsiz (20) jî anî ziman ku 6 meh in dixwebite û heman pirsgirêk û daxwaz anîn ziman.