Wezaretê îade kir, qaymeqamtiyê got 'bisekine' 2017-02-08 09:03:39 SEMSÛR- Mamoste Şukru Can ê ji ber parvekirinên civaka medyayî rastî 34 sal cezayê girtîgehê hat li gel biryara îadekirinê ya wezaretê jî, ji aliyê qaymeqamtiyê ve hîn jî destûra dest bi peywira xwe bike nehatiye dayîn. Li navçeya Kolikê ya Semsûrê, mamoste Şukru Can ê di 11'ê Tebaxa 2016'an de ji ber parvekirinên civaka medyayî hat binçavkirin û bi qasî 5 mehan girtî ma, di 10'ê Çileya 2017'an de di rûniştina 3'yemîn a 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê wezaretê biryara dûrxistina ji peywirê rakir, lê hat diyarkirin li gel vê biryarê jî qaymeqamtiya navçeyê hîn jî peywira Can îadeyî wî nekiriye. DADWERÊ EW DA GIRTIN JI BY LOOCK'Ê HAT ÎXRACKIRIN Can, got pêvajoya darizandina wî bi temamî derhuqûqî bû û anî ziman ku ew bi "Propagandaya rêxistinê" hatiye tawanbarkirin û wiha axivî: "Bi qasî 5 mehan girtî mam. Di rûniştina ewil de bi şertê darizandina negirtî serbest hatim berdan. Dadwerê biryara girtina min da, piştî hatim girtin ji By Loockê hat îxarckirin. Li gel vê îxrackirina wî jî bi qasî 5 mehan girtî mam û taliyê dadgehê 34 meh ceza da min." ‘HEDEF GOTINEKE KURDÎ BÛ' Can, der barê parvekirinên civaka medyayî yên wek sûc hatine hesibandin bertek nîşan da û wiha got: "Min ew parvekirin ji bo mirovên me yên tên kuştin, ji bo çi tên kuştin û divê lêpirsîna vê bê kirin, min parvekirin. Mînak, min pasajek ji nivîsa Can dundar parve kiribû. Can Dundar ji ber wê nehat darizandin, lê 34 meh ceza dan min. Hevalekî min li Amerîkayê bû, ji zû de me hev nedîtibû. Li ser civaka medyayî derfeta ku bi hevalê xwe re hevdîtinê çêbikim çêbû. yanî dema tiştekî teşkîlî sûc bike nedîtin, vê carê axaftinên me yên normal wek sûc hesibandin. Parvekirineke din a wek sûc hat hesibandin jî ew bû ku, min wêneyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya minbicê Ebû Leyla yê jiyana xwe ji dest da parve kiribû. Ji ber jiyaneke wî ya mutewazî, ez zaf li ber mirina wî ketim. Dîsa min li ser wêneyê şervaneke jin a YPJ'ê gotina pêşiyan a 'Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e' parve kiribû. Bi taybetî ev gotin û wêne wek sûc hatin hesibandin. A rast li vir hedef gotina kurdî bû. Peyva 'Heval' jî wek sûc hatibû hesibandin û di dosyeyê de cih girtibû. Li gel vê gotinên qerfî jî xistibûn dosyeyê. Mînak, gotina Sirri Sureyya Onder a 'daş yok mu daş' (qey kevirek tune ye) jî xistibûn dosyeyê." SEDEM 29'Ê KANÛNÊ BÛ Can, anî ziman ku bi temamî bi awayekî derhuqûqî hatiye darizandin, di parvekirinên xwe de bi tu awayî tiştekî teşwîqî şidetê bike nekiriye û diyar kir ku, dadgehê parvekirinên wî bi temamî di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de esas girtiye. Can, diyar kir ku cezayê lê hatiye birîn peywira wî ya mamostetiyê jî xistiye xetereyê û wiha axivî: "Heke li temyîzê biryareke neyînî derkeve, dê ev bibe sedema îxrackirina min. Ji ber çalakiya 29'ê Kanûnê ji aliyê qaymeqamtiyê ve ji peywirê hatim dûrxistin. Lê belê, paşê ji aliyê wezaretê ve îadeyî peywirê hatim kirin. Lê, li gel min bi daxwaznameyê serlêdana dibistanê kir jî, qaymeqamtiyê ev bersiv da: 'Min we ji peywirê dûr xistiye. heta lêpirsîna edlî û îdarî temam nebe hûn nikarin dest bi peywira xwe bikin.' Ji ber vê hîn jî min dest bi peywirê nekiriye."