Kedkarên hatin îxrackirin: Çi dibe bila bibe biryara me 'Na' ye 2017-02-08 15:17:21 ÎZMÎR - Kedkara perwerdehiyê Mine Çetinkaya ya ku bi biryara KHK'ê hatin îxrackirin, diyar kir ku îktîdar dixwaze hemû muxalifan ji pêş xwe paqij bike û wiha got: "Çi dibe bila bibe biryara me 'Na' ye." Bi birhyara OHAL'ê ya dawî ya bi hêjmar 686'an zêdeyî 300 akademisyen û hîndekar hatin ixrackrin. 48 hîndekarên perwerdehiyê yên Herêma Egeyê îxrackirina endam û hîndekarên perwerdehiyê şermezar kirin. Piştî biryara KHK'ê ya dawî 17 kedkar ji Wezareta Karên Hundir, 36 kedkar ji Wezareta Tenduristiyê, 327 kedkar ji Wezareta Perwerdehiyê, 103 kedkar ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, 3 kedar ji Wezareta Çand û Turîzmê, 6 kedkar ji Wezareta Karên Dîyanetê, Kedkarek Saziya Îstatîstîkên Tirkiye, 2 jê Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê, 2 jê ji Midûriyeta Giştî ya Tapo Kadastro, 1 ji TRT, 1 ji Wezareta Aboriyê bi giştî 547 kedkar ji peyvirê hatin îrxackirin. Ji kedkarên hatin îxrackirin jê 125 kedkar ji herêma Îzmirê, 76 kes ji Balikesirê, 70 kes ji Denîzliyê, 64 kes ji Manîsayê, 54 kes ji Aydinê, 45 kes ji Muglayê, 41 kes ji Afyonê, 35 kes ji Kutahya, 21 kes ji Isparta û 16 karker jî ji Uşakê hatin îxarckirin. Kedkarên perwerdehiyê yên ji peyvirê hatin îxrackirin li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. EM DÊ BI SER BIKEVIN Kedkarên perwerdehiyê yên hatin îxrackirin tev li civînê bûn. Di serî de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku bi hinceta hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê bi biryarên KHK'ê kedkarên perwerdehiyê ji peyvirê tên îxrackirin û wiha got: "Ji bo ev pêkanînên dijhiqûqî bi dawî bibe em dê serî li hemû rêyên dijhiqûqî bidin. Kesên hatin îxrackirin di heman demê de endamên ÎHD'a Îzmirê ne jî. Hîndekar Caner Canli jî anî ziman ku heta niha der barê wê de lêpirsînek jî nehatiye vekirin û wiha got: "Ji ber vê bê hiqûqiyê bi hezaran kedkar ji peywirê hatin îxrackirin. Bi van zextan û îxracan em tu carî ji riya xwe ya rast venagerin. Em dê dîsa bêjin 'Na' û em dê bi ser bikevin." TEQEZ BIRYARA ME NA YE Kedkara perwerdehiyê Mine Çetinkaya ya ku bi biryara KHK'ê hatin îxrackirin, diyar kir ku îktîdar dixwaze hemû muxalifan ji pêş xwe paqij bike û wiha got: "Çi dibe bila bibe biryara me 'Na' ye."