‘Ji parskirinê gelekî çêtir e' 2017-02-09 09:08:31 MÛGLA - Karkerê înşeatê Selami Karabacak ê ji ber krîza aborî betal ma, tevî malbata xwe li çopgeha Bodrûmê bi berhevkirina xurde û bixuran, plastîk û kaxezan, bermayiyên madeyan debara xwe dike. Karabacak ji bo karê xwe yê nû wiha got: "Ji parskirinê gelekî çêtir e." Selami Karabacak, diyar kir ku ji ber krîza aborî karê wî yê li înşeatê rawestiyaye û ji bo debara xwe bike wî dest bi xurdekiriyê kiriye. Karabacak, anî ziman ku wî tevî hevjîn û baldûza xwe kamyoneteke kiriye û bi vê kamyonetê ew li harfiyat û çopgehan malzemeyên hesin û plastîk berhev dikin. Karabacak, anî ziman ku tu şerm û fediya karê ew dike tune ye û wiha axivî: "Ji parskirinê gelekî çêtir e." ‘DESTPÊKÊ HEVJÎNA MIN ŞERM DIKIR' Karabacak, got dema wan ewil dest bi vî karî kiriye hevjîna wî şerm dikir û wiha diyar kir: "Dema li taxê bi wesayîtê derbas dibûm, hevjîna min li hudnurê wesayîtê xwe vedişart, lê belê dema min jê re got tu şerm û fediya vî karî tune ye, berksê vê serbilindî ye êdî her sibeh tevî wê li çopgehan em xurde û bixuran berhev dikin." ‘EM XWEZAYÊ PAQIJ DIKIN' Karabacak, got ew nû nû fêr dibe ku karê ew dikin karekî zaf muhîm e û wiha domand: "Di roja îroyîn de em dibînin xweza zaf tê qirêjkirin, em peywira paqijkirinê bi cih tînin. Hin kes bêyî hay jê hebin xwezayê qirêj dikin, em jî bi berhevkirina wan bermayiyên ew davêjin û dişînin veguherandinê xwezayê paqij dikin." Karabacak, dest nîşan kir ku dema wî dest bi berhevkirina xurde û bixuran kiriye evqas qirêjkirina xwezayê wî aciz dikir û wiha axivî: "Her ku em vî karî dikin, em hay jê çêdibin ku bê xweza çi qas tê qirêjkirin û niha ez bi berhevkirina wan tiştên min avêtine hem pereyan qezenc dikim hem jî hawirdorê paqij dikim." GELEK ZEMETIYÊN VÎ KARÎ HENE Karabacak, ragihand ku gelek zehmetiyên karê ew dikin hene û bi bîr xist ku, li devereke ku bêhna çopê hebe her kes nikare bixebite. Karabacak, anî ziman ku ji ber ew negirêdayî tu kargehê ye ewleyiya wî ya civakiyî tune ye û ji ber vê di şert û mercên gelek netenduristiyane de dixebite û wiha axivî: "Li çopgehan em ji neçarî di nav her cure mîkrop û bakteriyan de dixebitin." Her wiha Karabacak bi bîr xist ku, nexweşînên pîşeyî yên vî karî jî hene û got, tim newqa wî diêşe. ‘EM ZÊDE QEZENC NAKIN' Karaback, diyar kir ku di vî akrî de ew zêde tiştekî qezenc nakin û wiha domand: "Heke siûda min hebe, heta êvarî ji xurde û bixurên berhev dikim herî zêde 100 lîreyî bi dest dixim. Lê gelek caran ewqasî qezenc nakim, lê ji tune bûnê çêtir e. Rojê em 100, 120 herî zêde jî 150 kîlo hesin berhev dikin." Her wiha Karabacak got, ji bilî vî karî tu alternatîfeke wî ya din tune ye. ‘ÇERXA ROJANE BI ZORÊ DIGERÎNIM' Karabacak, got di demên dawî de sektora înşeatê rawestiyaye û dest nîşan kir ku ew rastî tengasiyên debarê tê û wiha axivî: "Bi zor û heft bela çerxê digerînim. Hema tenê pêdiviyên malê bi cih bînim û nanekî bibim malê bes e, wekî tin tiştekî naxwazim."