TUM BEL-SEN'ê biryara KHK'ê şermezar kir 2017-02-10 15:40:19 AMED - Şaxa TUMBEL-SEN a Amedê bi civîna çapemeniyê biryara KHK'ê ya îxraca karmendan şermezar kir. Endam û rêveberên TUM BEL-SEN a Amedê li saziya xwe civîna çapemeniyê pêk anî û biryara KHK’ê ya îhraçkirina karmendan şermezar kir. Sekreterê Şaxa TUM BEL-SEN'ê ya Amedê Abbas Arslan diyar kir ku hikûmet wan tevan ji bo xwe wek gef dibîne û wiha got: "Ji bo me wekî gef dibîne me ixrac dike. Hikûmet bi hinçeta darbeya 15’ê Tirmexê hemû muxalîfên demokrat, berteraf dike û hemû jin, ciwan û xwendekaran li hember desthîlatdariya xwe wek gef dibîne." Arslan, anî ziman ku 122 endamên wan ji peywirê hatine derxistin û bi dahan endamên wan jî di girtîgehan de girtîne. Arslan, destnîşan kir ku ew dê li dijî desthîlatdariyê li ber xwe bidin.