Bazinên xwe firot kargeh vekir 2017-02-12 09:10:10 QERS - Nuran Ozyilmaz, a 9 sal berê bazinên xwe firotin û pê Restoranta Kaz Eviyê ya xwarinên wê yên herî ji aliyê jinan ve tên çêkirin vekir, ji bo di aboriyê de jin derkevin pêş têdikoşe. Li navenda Qersê Restoranta Kaz Eviyê ya Nuran Ozyilmaz a 60 salî di 2008'an de bazinên xwe firotin û ew vekir, rastî eleqeyeke zêde tê. Li mala kevirî ya ku bi mîmariya rûsî hatiye çêkirin û restorekirin, xwarinên herêmî ji aliyê jinan ve tên çêkirin. Xwediya kargehê Ozyilmaz a ji gundan qazan dikire û bi wan xwarinên cuda çêdike, dixwaze di aboriyê de jin derkevin pêş. Her wiha Ozyilmaz Seroka Komeleya Xwdîkirina û Domandina Nîjada Qazan e jî û li vê komeleyê perwerdehiya xwedîkirina qazan jî dide. ‘DIVÊ DI ABORIYÊ DE JIN DERKEVIN PÊŞ' Ozyilmaz, anî ziman ku divê di aboriyê de jin derkevin pêş û wiha got: "Heke jin di aboriyê de cih bigire, dê aborî bi pêş keve. Li welatên ku jin di aboriyê de cih negirin, aborî bi pêş ve naçe. Bazirganî û hejmaryariya jinê cuda ye. Ji ber vê divê keda jinê li aboriyê bê zêdekirin. Dema jin di warê aborî de kêliyekê jî rihet bin, xwebariya wan çêdibe." NETEWEYÊN YEKBÛYÎ PÊŞNÛMAYA WÊ QEBÛL KIR Ozyilmaz, ragihand ku mebesta wê ew e ku, qaz û Qersê li xwemaliyekê bar bike û veguherîne markayekê û wiha axivî: "Me li qada navnetewî Qersê bi qazên wê kir markayek. Êdî dema Qers tê gotin, qaz tê bîra mirov. Me 'Pêşnûmaya Berdewamiya Qazên Qersê' berpêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û hat qebûlkirin. Piştî pêşnûma hat qebûlkirin, 40 jin perwerdehiya xweyîkirina qazan dîtin. Bi vî awayî li Qersê jin daxilî aboriyê bûn."