Leşkerên TSK'ê êrîşî Kobanê kir û YPG'ê bersiva da 2017-08-06 12:51:45 KOBANÊ- Di saetên sibê de leşkerên Tirk ji du noqteyan ve gule li ser welatiyên kobanê reşahdin. Şervanên YPG'ê jî bersiva êrîşan dan. Saet di 10.00'an de leşkerên giredayî TSK'ê li Kaniya Kurdan a Navenda Kobanê û li aliyê rojhilat jî li herêma sînor a gundê Bubanê gule li welatiyan û çeperyên YPG'ê reşandin. Şervanên YPG'ê jî bersiva êrîşan dan û şerekî demkurt rû da. Di bûyerê de kuştî û birîndar çênebûn. Leşkerên TSK'ê bi van êrîşên xwe yên hemwext ku li 2 noqteyên Kobanê pêk hat, dixwaze ku hemleya rizgarkirina Reqqa ku beşekî mezin ku rojane şervanên QSD'ê tê de pêşketina bi dest dixin asteng bike.