Mamoste piştî 5 salên tarî bi xwendekaran re tên cem hev 2017-08-07 11:10:56 REQQA – Li Reqqa piştî 5 salên tarî mamoste li tax û gundên ku QSD'ê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin dest bi perwerdehiyê dike û bi xwendekarên xwe re tên cem hev. Li bajarê Reqqa ku DAIŞ’ê dagir kiribû û jiyana civakî xistibû bin kontrola xwe piştî 5 salan şervanên QSD'ê 10 tax rizgar kir û bi hezaran sivîl azad kirin. Pişti 10 tax rizgar bûn, yekem car li 208 warên jiyanê dê dibistan vebin. 365 mamoste piştî 5 salan dê dîsa dest bi perwerdehiyê bikin û bi xwendekarên xwe re bên cem hev. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) operasyona Cenga Mezin di roja 62’an de berdewam dike. Li Reqqa di 62 rojan de 10 tax hatin rizgarkirin. QSD'ê li gund û taxên ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin bi hezaran sivîl azad kirin. Sivilên ji destê DAIŞ'ê rizgar bûn ji nûve dest bi jiyanek nû dikin. Li gund, qesaba û navçeyên ku hatin rizgarkirin jiyan ji nûve tê avakirin, pergala perwerde, tenduristî, ewlehî û hemû qadên jiyanê ji nuve tên ristin û avakirin. Tax û wargehên ku 5 salin di destê DAIŞ'e dene û jiyan lê tarî bûye, piştî hatin rizgarkiin û azadkirin dibistan ji nûve deriyên xwe li perwerdehiyê vedikin. Meclîsa Gel a Eyn Îsa û Meclîsa Sivîl a Reqqa, piştî gund û warên ku ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, ji bo dibistan deriyê xwe li perwerdehiyê vekin dest bi xebatê kirin. Xebatkarên Meclîsa Eyn Îsa çend roj berê avahiya dibistana seretayî nû kirin. Li ser rêgezên Federasyona Demoratîk a Sûriyeya Bakur hîmê perwerdehiyê davêjin. Mufredata perwerdehiyê li gorî projeya Federalîzma Demokratik tê amadekirin . Di serî de mamosteyên ku ji ber dagirkirina DAÎŞ'ê bi salan in nikarin mamostetiyê bikin peywirdar dikin û wan dîsa dixin xizmetaperwerdehiyê. Mamosteyên Reqqayî bi xebatê meclîsên li Reqqa û Ayn Îsa dê dîsa bi xwendekarên xwe re bên cem hev û dest bi werwerdehieyê bikin. DI DESTPÊKÊ DE DÊ 365 MAMOSTE DEST BI PERWERDEHIYÊ BIKIN Melîsan piştî dest bi xebatên perwerdehiyê kirin di destpêkê de dê li Reqqa û dora wê ewil 365 mamoste tev li xebatên perwerdehiyê bibin û beşdarî perwerdehiyê bibin. Di dewreya ku mamosteyên jin û xort perwerde bidin dê li 6 polan perwerdehiyê bidin. Mufredata ji pola yekem heta pola 5'an li gorî projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye dê bê amadekirin. Xwendekar û mamoste dê li gorî pirtûkên ku li gorî projeyê hatine çapkirin perwerdehiyê bidin û bibînin. Di destpêkê de dê li 208 cih û warên jiyanê perwerde bê dayîn. Mamoste û Xebatkarê Meclîsa Gel a Eyn Îsa Acêl Eylan diyar kir ku dibistanên ku li Reqqa û der û dorê wê 5-6 salin girtî ne dîsa dest bi perwerdehiyê dikin. Eylan, anî ziman ku wan li cihê ku ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin bernameyên xebatên perwerdehiyê derxistine û li ser muftertad û bernameya perwerdehiyê dixebitin. Eylan, anî ziman ku bi salan e zarokên wan ji perwerdehiyê qut bûne û ji aliyê hêzên tarî ve li gorî xwe tên perwerdekirin. Dîsa bi hezaran xwendekar ji ber êrîşan terkî mirin, komkujî û koçberiyê bûne. EM DIXWAZIN HOVÎTIYÊ PÊŞ KET JI AQILÊ ZAROKAN DÛR BIKIN Mamosteyê Felsefeyê yê Reqqayî Îbrahim Hac Salih (30), jî diyar kir ku ew bû şahidê gelek komkujiyên DAIŞ'ê û wiha got: "Berî her tiştî pêdivî bi projeyek baş a perwerdehiyê heye. Divê berî her tiştî em vê hovîtiya hatiye jiyîn ji hiş û aqilê zarokan dûr bixin. Divê em destûr nedin ku hişmendiya DAIŞ'ê me têxe vî halî. Berî her tiştî divê em zarokên xwe ji vê hişmeniyê rizgar bikin. Piştî 5 salan em bi hesret li benda vê perwerdehiyê bûn. Ji bo em tariya 5 salan ronî bikin ez bi dildarî beşdarî vê perwerdehiyê bûm. Mamosteyê Zanistiyên Civakî Midya Melek anî ziman ku perwerde tenê di nava çar diwaran de nayê kirin û wiha got: "Dixwazin rêya rewşenbirî û ronakbirî li pêş mirovan bigirin. Lê perwerde li her derê tê kirin. Piştî DAIŞ her kes ji jiyanê hatin qutkirin. Berî her tiştî pêdiviya me bi perwerdehiyê heye. Ji bo em vê feraset û hişmendiya tarî ji ser xwe bavêjim em dê bi hevre sefer ber bibin. Nazım Daştan - dihaber