272 roje ew kolan li çalakgeran qedexe ye 2017-08-07 14:48:14 ENQERE – Li Kolana Yukselê 272’ê roje çalakiya “Em karê xwe paş de dixwazin” berdewam dike û her roja çalakî pêk hat, rastî êrîşa polîsan hat. Çalakger îro jî bi darê zorê ji Yukselê hatin dûrkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya akademisyen Nurîye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça di roja 152’emîn de berdewam dike. Kedkarên ji kar hatin îxrackirin jî ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça û ji bo vegerin karê xwe 272 roje çalakiya “Em karê xwe paş de dixwazin” lidar xistin. Polîsan wek her roj nehişt çalakger li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê çalakî lidar bixin. Çalakger li Kolana Konurê kom bûn û pankarta “Greva Nuriye û Semîh di roja 152’emîn de ye bila paş de bigirin kar” hat vekirin. Polîsan li Kolana Konurê jî destûra çalakiyê neda û çalakiya kedkaran wek çalakiyek “Bêqanûn” anons kirin. Çalakgeran li dijî helwesta polîsan bi berzkirina sloganan bertek nîşan da.