Gundiyan behsa îşkenceyê kirBijîşk: Hûn sûcdarin 2017-08-07 15:47:33 COLEMÊRG – Gundiyên Şapatanê ku rastî îşkenceyê haitbûn behsa îşkenceyê kirin. Gundiyên ji bo rapora darbê çûn nexweşxaneyê bijîşk vê bersivê da wan: “Ev tiştên qewimîn xetaya we dide nîşandan.” Li ser gilîkirina bijîşk welatiyek gund carek din hat binçavkirin. Welatiyên gundê Şapatan ê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê duh hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceya leşker û polîsên tîmên taybet hatibûn. Gundiyên Şapatanê behsa îşkencaya li ser wan pêk hat kirin. Welatiyên gund ku ji ber ewlehiya canê xwe nedan navê xwe bidin diyar kirin ku polîsan piştî kuştina tîmên taybet bi ser gund re girt û derî û şibakeyên malan şikandin. LI MEYDANA GUND ÎŞKENCE Gundiyan destnîşan kir ku bi ser gelek malên gund ve hatiye girtin û tiştên bi serê wan ve hatiye wiha anîn ziman: “Nîvê şevê polîs û leşkeran bi ser gund re girt. Nêzî 100 welatiyên gund li nava gund komkirin. Welatiyan di îşkenceyê de derbas kirin. Di nav de jin û zarok jî hebûn. Bêyî ku tu hincetê nîşan bidin derî û şibakeyên hemû malan şikandin û mirovan li erdê dirêj kirin. Xwe hildiavêtin ser kesên li erdê dirêj kirî. Bi kulm, sîle, pihîn, quntaxên çekan û gelek tiştan li me didan. Piştî lêdanê 36 welatî bêhincet binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Heta me birin midûriyetê jî me derp dikirin.” BIJÎŞK RAPOR NEDA BANGÎ POLÎS KIR Gundiyan da zanîn ku dorpêçkirina ser gund bi dawî bûye û lê operasyon hêj dewam dike. Piştî îşkenceya li Midûriyeta Polîsan 20 welatî serbest hatin berdan. Welatiyên serbest hatin berdan ji bo sitendina rapora derbkirinê çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Vê carê welatî li nexweşxaneyê rastî heqaret û gotinên nijadperest ên bijîşk hatin. Rapora derbê nedan gundiyan. Doktor Elîf Ç. li şûna ku rapora derbê bide weliyatan bangî polîsan kir û polîsan carek din li ser gilîkirina bijîşk welatiyek binçav kir. Gundiyan wiha got: “Dr. Ç. ji me re got ‘Ev tiştên qewimîn xetaya we dide nîşandan. Ji ber ku hûn alîkariyê nadin dewletê.’ Li ser van gotinan heqarê jî li me kir.” GILIYÊ ÎŞKENCEYÊ KIRIN Gundiyan serî li Dozgeriya Komarê ya Şemzînanê dan û giliyê sûc kirin. Gundiyan destnîşan kir ku ew ê dev ji şopa vê îşkenceyê bernedin.