Piştî îşkenceya Şemzînanê niha jî li Hezroyê îşkence 2017-08-07 16:05:16 AMED – Piştî îşkenceya li Şemzînanê, li navçeya Hezroyê leşkerên derketin operasyonê ji heman malbatê 7 welatî binçavkirin û heta serê sibê di maşîneya zirxî de li wan îşkence kirin. Ji 11 welatiyên hatin binçavkirin yek jê 95 salî ye. Li qada daristanê ya gundê Kanîbişkûl ê girêdayî navçeya Hezroya Amedê cerdevanên parastina kesên daran dibirîn dikirin rastî êrîşa çekdarî hatibûn. Piştî êrîşê, li herêmê operasyona hatibû destpêkirin. Li herêmê operasyon berfireh dibe û têketin û derketina gund hat girtin. Helîkoptêran derdora gund bomberan kirin û li qada bi daristan şewat derket. Şewat her ku diçe berfireh dibe. ÎŞKENCE LI 7 KESAN KIRIN Duh êvarê ji heman malbatê 7 kes ji aliyê leşkeran ve xistin hundirê maşîneya zirxî. Hat diyar kirin ku kesên xistin maşînê rastî îşkenceyê hatine. Hat zanîn ku Evîn Kirboga (19), Fetah Kirboga (34), Muhsin Kirboga (28), Nîmet Kirboga (54), Abdullah Kirboga (22), Bariş Kirboga (17) û Veysî Kirboga (20) yên ji heman malbatê rastî îşkenceyê hatin. Leşker di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û Fesîh Kirboga yê 95 salî, Fehmî Kirboga (32), Mahsun Kirboga (19), Ozgur Kirboga (16), Şamet Kirboga (55) û Faruk Kirboga (58) jî binçavkirin. Hat zanîn ku 7 kesên ji duh ve di maşîneyên zirxî de rastî îşkenceyê hatin birine Qereqola Cendermeyan a Navçeya Hezroyê. Li aliyê din li gundê Olgen ku tenê 3 kes dijîn leşker hatine bicihkirin. Sewalên gundiyan di axuran de bi tenê hatin hiştin.