Arslan: Ji bo aştî li Tirkiye pêş bikeve rola Ocalan mezin e 2017-08-07 17:13:00 ÎZMÎR – Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, di 6'emîn civîna gel de diyar kir ku ji bo aştî azadî û demokrasî bê Tirkiye divê AKP biçe. Arslan, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Ji bo li Tirkiye aştî, aramî û azadî pêş bikeve rola Ocalan girîng e." Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi hişyariya “Bi Civaka Ronî Dibe Re Ber Bi Rojên Azad Ve" 6'emîn civîna gel li Îzmirê pêk anî. Civîn, li avahiya DBP'ê ya Îzmirê pêk hat. Di civînê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û gelek welatî amade bûn. Polîsan li ber deriyê avahiyê nokteya kontrolê danîn û kesên derbasî avahiya DBP'ê bûn di lêgerina GBT'ê re derbas kirin. Civîn ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan axivî û diyar kir ku ew di bin komkujiya siyasî de civînên gel pêk tînin. Arslan, anî ziman ku bedelê wê çi dibe bila bibe dê ji bo aştî, demokrasiyê bê navber têbikoşin. Arslan, destnîşan kir ku gelê kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiye û aştiya civakî di nava şertên giran de têdikoşe û bedelan dide. Arslan da zanîn ku kesên ne AKP'î bin sedema girtinê ye û wiha got: “Hemû çalakiyên me di bin zext, zordarî û zilmê de pêk tên. Hewldana AKP'ê ya teslîmgirtinê roj bi roj zêdetir dibe. Nûriye û Semîh yên ji bo li karê xwe vegerin, tenê j bo ku mafê xwe parastin 152'in girti ne. AKP hemû kesên ne ji wan be wekî endamê PKK’ê dizane. AKP ji ber ku ji çalakiya HDP'ê ditirse çalakiye dorpêç dike. Lê çiqas wan dorpêç û asteng bike jî dê ji bo aştî, demokrasî û edaletê tebikoşin." Arslan, herî dawî wiha got: "Ji bo aştî, demokrasî û edalet bê Tirkiye dibê AKP biçe. Ji bo tercîd bi dawî bibe divê em bibin yek. Sedema alozî, kaos û tundiya li Tirkiye pêş dikeve tecrîdkirina ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin e. Ocalan ji bo li Tirkiye aştî, aramî, demokrasî û azadî pêş bikeve xwedî rolek mezin e. AKP'ê bi politîkayê tecrîdê şer û kasoê zêde dike."