Xiristiyanên Amedê: Jiyana hevpar a Sûrê tune dikin 2017-08-08 09:34:43 AMED - Cemaeta Dêra Ortodoks a Amedê guhertina demografiya bawerî û nijadan a Navçeya Sûrê rexne kirin û diyar kirin ku hevparên Sûrê tên tunekirin. Serokê Komîsyona Lêkolîna Încilê Şaban Ok, diyar kir ku Sûr berhema keda hevparee û ya tê tunekirin jiyana hevpar e. Rûxandina Sûrê didome. Li aliyekî Sûrê vala dikin li aliyê din xanî û taxên li Sûrê xera dikin. Civata Dêra Ortodoks a Sûrê jî bertek nîşanî vê yekê dan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Şêniyên xiristiyan diyar kirin ku piştî şerê li Sûrê pêş ket nexşeyên Sûrê zerar dît û niha bi xerakirina Sûrê hemû jiyana hevpar tê tunekirin. Xirîstiyanên Sûrê anîn ziman ku dewlet şerê ku li Sûrê pêş ket ji bo xwe wekî firsendê dibîne û rê li pêş rantê vedikin. Sûra ku navenda bawerî, reng û civakên cuda ye, ji ber ku bi zorê tê valakirin, nerazabûn û bertek jî zêed ne. BÎRDOZİYA NEKARÎBÛ DÎROKA HEZARAN SALAN TUNE BIKE HÊRSA XWE JI DÎWARAN DERDIXE Cemaeta Dêra Ortodoks a Amedê guhertina demografiya bawerî û nijadan a Navçeya Sûrê rexne kirin û diyar kirin ku hevparên Sûrê tên tunekirin. Serokê Komîsyona Lêkolîna Încilê Şaban Ok, diyar kir ku Sûr berhema keda hevparee û ya tê tunekirin jiyana hevpar e. Ok, diyar kir ku çand û nirxên ku bi hezaran salan xwe parastine li gel hemû êrîşan nehatine tunekirin û wiha got: "Dewlet û bîrdoziya fermî ku bi hezaran salan e nikare jiyana hevpar, bawerî, çand û dîroka ku nikare tune bike, niha hêrs û xezeba xwe ji dîwaran dîstine. Sûr xwedî dîroka hezaran salan e. Şopa hezaran salan a bawerî, çand û nijadên cuda, şaristanên cuda li vir heye. Li vir şopa dîrok û çanda cuhî suryanî, ermenî, kurd, tirk û gelek civakên din heye. Li vir xwarin û nanê xwe bi hevre parve kirine û jiyanek hevpar ava kirine. Tişta li Sûrê tê tunekirin jiyana hevpar a hezaran salan e. Li Tirkiye dêrek ku saxlem maye tune ye. Ew qas dêr û keşîşxane hene. Lê tenê xerabeyên wan li holê mane. Li welatên demokratîk hemû nirxên dîrokî tên parastin. Roma, dîroka wê ya hezaran salan zindî û li ser piyan geş e. Welatên ku şaristanî lê pêşketiye qîmetê didin dîrok û nirxên gelên din. Çand û dîrokê diparêzin. Lê ev li Tirkiye tune ye. Ez 53 salî me. Lê heta niha min welatê Tirkiye ku ez azad lê bifikirim, îbadeta xwe bikim û azad bijîm min nedît." Xebatkarê Ewlehiya Taybet Veysi Arca jî anî ziman ku armanca xerakirinê pir cuda ye û wiha got: "Sûrê dikin qada rantê. Pêşkêşî rantxuran dikin. Zengînan bêtir zengîn û xizanan bêtir xizan dikin. Çand, jiyan û dîroka vir tune dikin. Nexşeya vir tune dikin." Welatî Serhat Zengin jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Ji bo Amedê Sûr dîrok e. Sûr dîrka cîhanê ye. Dîroka wê ya 7 hezar salan heye. Divê dîrok û Sûrê teslîmî xwediyê wê bikin."