2'emîn rûniştina Rojnameger Turfent sibê ye 2017-08-08 09:54:29 COLEMÊRG - 2'emîn rûniştina doza Rojnameger Nedîm Turfent yê 16 meh berê ji ber qedexeyên li Geverê şopandin hat binçavkirin û girtin, dê sibê bê dîtin. 13 kesên bi îşkenceyê li ser Turfend îfade dabûn, di rûniştina yekem de îfadeya xwe paşve kişandibûn û diyar kirin ku Turfent nas nakin. 2'emîn rûniştina doza rojnameger Nedîm Turfent dê sibê li 2'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Colemêrgê bê dîtin. Nuçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Nedim Turfent, di qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015-2016'an de li Colemêrgê hatin îlankirin de ji ber nûçeyên xwe yên der barê binpêkirina mafên mirovan de li ser hesabên civaka medyayî yên polîs û leşkeran ve bi înfazê gef lê dihatin xwarin û di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê hat girtin û li hucreyeke yekkesî hat rawestandin. Der barê Turfent de piştî 13 mehan bi daxwaza 22 sal û nîv cezayê girtîgehê derbarê Turfent de îdianame hat amadekirin. Turfent yekem car piştî 13 mehan di hezîranê de derket pêşberî dadgehê. 2'emîn rûniştina doza Turfent dê sibê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê ditin. Di îdianameyê de, hevdîtin û hevpeyvînên Turfent ên bi endamê YPS'ê re wek unsûrên sûcî hatine nîşandan. Dozger di îdianmeyê de îfadeyên 24 "şahidên" ku li ser Turfent îfade dane wekî delîl nişan dabû. Di rûniştina yekem de 13 kesên li ser Turfent îfade dabûn îfadeya xwe paşve kişandibûn û diyar kiribûn ku we Turfent nas nakin. Îfadeya 11 şahidan jî mabû. Şahid Can Guler jî aşkera kir ku ew Turfent nas nake û destnîşan kir ku di bin çavan de bi kerpeten du diranên wî hatiye kişandin û wiha pê de çû: "Di îşkenceyê de 2 diranên min kişandin û gotin ku 'heke tu li dozgeriyê jî îfadeya ku te îmzekiriye qebûl nekî, em dê yê din jî bikişînin' û gef li min xwarin." Şahidên din Dilhat Kiliçoglu, Sedat Ayyildiz û Şivan Şedal jî derbirîn ku di binê îşkenceyê de îfadeyên wan hatine girtin û piştrast kirin ku ew rojnameger Turfent nas nakin. 11 ŞAHID DÊ SIBÊ ÎFADE BIDIN 11 Şahidên di rûniştina ewil de îfade nedabûn jî dê sibê di rûniştina duyemîn de îfade bidin û bi axivin.