Gelê Wanî: Daxwazên HDP’ê daxwazên me ne 2017-08-08 10:27:51 WAN - Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê îro li Wanê dest pê dike. Gelê Wanî piştgirî da nobeta HDP’ê û diyar kirin ku daxwaza HDP'ê daxwaza gel e. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku di 25'ê Tîrmehê de bi silogana "Em ranawestin, em dê bidin rawestandin. Em dê faşîzmêrawestînin" li Amedê dest pê kir û li Stenbolê berdewam kir, dê îro li Wanê bidome. Gelê Wanî piştgirî da nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê û diyar kirin ku daxwaza HDP'ê daxwaza wan e. Gel bang li her kesî kir û xwest her kes piştgiriyê bidin nobetê. HEVÎ Û HÊZÊ DIDE Esnaf Mesut Irk, diyar kir ku piştgiriyê dide nobetê û ev çalakî hêvî û hêzê dide wan û wiha got: "Gotina gel pişta xwe da 'HDP û HDP’ê ne rast e. Gel her dem çiqas partiyên xwe rexne bike jî her de piştgiriyê dide. Bingeha HDP'ê ne ya AKP ye. Em dê vê yekê di hilbijartinê de bibînin. Welatî Mesut Yilmaz jî diyar kir ku HDP rûmeta wan e û dê heta dawî li partiya xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin partiya xwe. Esnaf Mahir Alici jî anî ziman ku edalet ji bo her kesî lazim e û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin nobetê û tev li nobetê bibin. Welatî Selahattin Tuba ji xwest her kes beşdarî nobeta HDP'ê bibe û wiha got: "Daxwaza HDP'e daxwaze me ye. Daxwazên HDP'ê daxwazên gel e. Her tişt ji bo gel e."