Parlamenterê HDP’ê Bîlgen nehat berdan 2017-08-08 15:09:41 AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Qersê Ayhen Bîlgen ku 7 meh in girtî tê darizandin. Yekemîn rûniştina doza Bîlgen li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Ayhan bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û parastina xwe kir. Heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina Bîlgen da. Dozger, der barê Bilgen de heta 22.5 sal cezaye girtîgehê dixwaze.