Rojnameger Denîz Firat hat bibîranîn 2017-08-08 17:16:33 WAN – Rojnameger Denîz Firat a ku di êrîşa DAIŞ’ê de hat qetilkirin li ser gora xwe hat bibîranîn. Xwişka Firat, Binevş Sarya ya ku bi rêya skype beşdarî bîranînê bû got: “Denîz jiyanek her tim bi min re dijiya. Piştî Denîz bi hezaran jinên ciwan tevlî têkoşîn bûn. Niha jî hemû jinên ciwan di rêya Denîz de dimeşin.” Rojnameger Denîz Firat a ku di 8’ê tebaxa 2014’an de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Mexmûrê dişopand di êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest li ser gora xwe ya li gundê Hecî Xatûn a bi ser navçeya Ebexa Wanê di salvegera 3’emîn de hat bibîranîn. Di bîranînê de hempîşeyên Denîz, malbat û endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê amade bûn. Bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. ‘JI GURBETELLIYAN HETA NUJIYANAN’ Di bîranînê de Berdevka Platformê Ayşe Guney axivî û wiha got: “Denîz koçberiya ji Wanê ber bi Mexmûrê ve guherand têkoşînê. Denîz azadiyê wek hezkirinê girt dest. Denîz heta nefesa xwe ya dawî bi kamereya xwe gelê kurd û cîhanê ronî kir. Ew rojanmegerek ku hemû mirovahiyê agahdar kir. Em ji Gurbelliyan bigire heta Denîz û Nujiyanan hemû kedkarên çapemeniyê yên şehît bibîr tînin. Em ê ala wan tu carê li erdê nehêlin.” ‘EM Ê KAMERAYA DENÎZ LI ERDÊ NEHÊLIN’ Birayê Denîz, Seyyat Yildizhan jî bibîr xist ku Deniz heta nefesa xwe ya dawî kamereya xwe berneda û got: “Em ê têkoşîna wê bilindir bikin. Em wek malbata wê dê destûr nedin ku kameraya wê li erdê bimîne. Ez hemû cangoriyên Kurdistanê bibîr tînim.” ‘BI HEZARAN DI RÊYA WÊ DE NE’ Xwişka Denîz, Binevş Sarya ya ku li Rojava rojnamegeriyê dike jî bi skype beşdarî bîranînê bû û wiha axivî: “Ez herkesî silav dikim. Min pir dixwest ku li wir bûma. Mirov nikare qala Denîz bike. Denîz her tim jiyanek ku bi min re jiyan dikir. Piştî Denîz bi hezaran jinên ciwan tevlî têkoşîn bûn. Niha jî hemû jinên ciwan di rêya Denîz de dimeşin” Jinan gulan û kevirên Gola Wanê yên ku Denîz jê hez dikir danîn ser gora wê. Bîranîn bi berzkirina sloganan bi dawî bû. Piştî bîranînê rojnamegeran malbata Denîz ziyaret kirin.