Piştî 25 salan careke din gundê Merxoyê hat valakirin! 2017-08-09 09:05:34 DERSIM - Gundê Merxo ku girêdayî navenda Dersimê ye, di salên 90'î de hatibû şewitandin û ev 3 sal in ku malbat dubare vegeriyanê. Lê belê piştî ku kesên li gund hatin binçavkirin, careke din gund hat valakirin. Ji bilî bizin û mirîşkan tu giyanewer li gund tune ne. Gundê Merxo yê girêdayî navenda Dersimê ye, careke din hat valakirin. Heman gund di sala 1992'an de ji aliyê leşkeran ve hatibû valakirin û tam 22 salan vala mabû. Piştî bidawîbûna qedexyan 4 malbat dubare vegeriyabûn gund. 4 malbatên ku vegeriyan gund, malên xwe tamîr kirin û dest bi sewalkariyê kirin. DÎSA HAT VALAKIRIN Ji ber operasyonên leşkerî yên du salên dawî, 2 malbat ji ber fikareya "ewlehiyê" ji gund derketin û li navendê bi cih bûn. Herî dawî 5 roj berê di operasyoneke leşkerî de bejahiya gund ji aliyê amûrên bêmirov hatibû bombebarankirin. Paşê leşkeran nîvê şevê bi ser gund de girt û Huseyin Guray, kurê wî Cîhangîr Guray û Ergun Tûgal ku li gund sewalkarî dikirin binçav kirin. Piştî ku hevjîna Cîhangîr Guray a extiyar jî ji gund derket û çû gundê cîran, êdî kes li gund nema. BÊYÎ TIŞTEKÎ WERGIRIN DERKETIN Paceyên malan vekirî hatine hiştin û kincên ku ji bo zuha bibin hatin daliqandin hîn jî nehatine berhevkirin. Her wiha hat dîtin ku amadekariyên zivistanê nîvco hatine hiştin. Xizmê Guray Mehmet Guray ku li navendê rûdinê ji bo li bizinên di axur de asê mane binire hat gund. Guray, heywanên ku sê roj in birçî mane ji bo çêrandinê derxistin derve. Guray, anî ziman ku 5 roj in hayê wî ji pismamê wî Huseyin Guray û kurê wî ku hatine binçavkiri tune ye û ew nizanin li kuderê tên ragirtin jî. Guray, da zanîn ku berê jî gundê wan hatibû şewitandin û ev cara duyemîn e ku zilm li gundê wan tê kirin. Guray ji bo li heywanan binere biroj tê gund û dema êvarî ji gund diçe, ji bilî mirîşk û bizinan tu giyanewer li gund namînin.