Ji ber topbarana Îranê Çiyayê Şaho dişewite 2017-08-09 10:10:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber topbarana artêşa Rejîma Îranê, sê roj in li çiyayê Şaho daristan dişewite. Li heman herêmê duh jî şer derket û piştî şer dîsa şewat derket. Li çiyayê Şaho, yê li bajarê Kamyaran ê eyaleta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber topbarana rejîma Îranê 3 rojin daristan dişewite. Li gori nûçeya ROJNEWS'ê hat diyar kirin ku hêzên rejîma Îranê, di 7'ê Tebaxê de, qadên Tengîwer û Palengan ên çiyayê Şaho weke ‘qada tatbîqata leşkerî’ îlan kirin. Bi vê îlanê re li herêmê liv û tevgera leşkerî destpê kir û top li herêmê hatin barandin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, piştî vê liv û tevgerê duh li çiyayê Şahoyê şer derket û ji artêşa Îranê 3 pasdar mirin. Zelal nebû ku şer di navbera kê de qewimiye. Şewata ku ji ber topbaranê li herêmê derket, hê jî dewam dike. Welatî dixwazin agir vemirînin, lê hêzên Îranê destûrê nadin. Tê gotin, hêzên rejîmê ji gundiyan û mirovên li derdorê re ragihandine, ku herêm ji 7 heta 13'ê Tebaxê ‘herêma tatbîqatê’ ye û hişyarî dane ku kes ji malên xwe dernekevin.