Hevserokê DBP'a Erxeniyê hat girtin 2017-08-09 13:35:39 AMED - Hevserokê DBP'a Navçeya Erxeniyê Ramazan Aslan, hat girtin. Hevserokê DBP'a Navçeya Erxeniyê Ramzan Aslan, şevê din êvarî dema diçû gundê xwe yê Hilarê yê Erxeniyê, di nokteya kontrolê de hat binçavkirin. Bi hinceta têkildarî bûyerên 6-7'ê Cotmehê yên Kobanê de daxuyanî daye û 3 sal û 1 mehek û 15 roj cezayê wî hatiye erêkirin, hat girtin. Aslan, piştî birin edliyê ji wir jî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.