Daxuyaniya Qeyûmê ya Qada Newrozê 2017-08-09 13:44:35 ÊLIH - Qeyimê Şaredariya Êlihê têkildakî xebatên qada fuarê ya li Qada Newrozê çêdike piştî bertekan û nûçeyan daxuyanî da û diya rkir ku li qada Newrozê xebatên rastkirin û paqijkirina erdê çê dike. Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksoy, bi salane ku qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran gelê Êlihê Newroz pîroz dikir ji îmarê re vekir. Hat gotin ku dê di rojên pêş de vê qadê ji îmarê re vekin û fuar li vir bê çêkirin. Ji niha ve makîneyên kar lê dan xebitandin û micûr belav kirin. Ev qada Newrozê li ser 38 hezar metrokare hatiye avakirin û hat gotin ku dê bikin fuar. Piştî ajansa me dîhaberê nûçe çêkir, qeyûmê daxuyanî da û diyar kir ku xebatên paqijkirin û raskirina erdê tê kirin. Qeyûmê îdîa kir ku li ser daxwaza saziyên sivîl ên civakî xebatên paqijkirin û rastkirinê tên kirin.