CHP û OHP Nobeta Wijdan û Edaletê ziyaret kirin 2017-08-09 15:03:56 WAN – Rêxistina Bajêr a CHP’a Wanê û endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Nobeta Wijdan û Edaletê ziyaret kirin. Hunermend Pinar Aydinlar jî bi stranên xwe piştgirî da çalakiya nobetê. Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ku li Wanê di roja 2’emîn de didome rastî serdanek zêde tê. Piştî axaftina Berdevkê HDP’ê Baydemîr, rêxistina CHP’ê ya Wanê jî çalakî ziyaret kir. Serokê Rêxistina CHP’a Wanê Mehmet Kurukçu û rêveberên CHP’ê piştgirî dan HDP’ê. Kurukçu bal kişand ser girîngiya çalakiya HDP’ê û got ku ew ê wek partî her tim destek bidin çalakiya HDP’ê. BI TEMBÛR Û STRANAN PIŞTGIRÎ DA Hunermend Pinar Aydinlar jî bi tev li tembûra xwe ve beşdarî nobetê bû û bi gotina stranan piştgiriya xwe anî ziman. Çalageran û welatiyên hatibûn ziyaretê jî li çepikan dan û jinan lîland. OHP WEKÎLAN ZIYARET KIR Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHP) nobet ziyaret kirin. Parêzeran li gel wekîlan sohbet kir û ji bo çavdêriyan agahî kom kirin.