Zekiye Gîrgîn a rastî îşkenceyê hat: Walî derewan dike 2017-08-09 16:19:24 COLEMÊRG – Şandeyek ji HDP’ê welatiyên gundê Şapatana Şemzînanê ziyaret kir. Zekiye Gîrgîn a 78 salî ku li gel kurê xwe rastî îşkenceyê hat daxuyaniyên Waliyê Colemêrgê derewand. Heyeta HDP’ê ya ji Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, Endamê Meclîsa HDP’ê Ozgur Zeydanoglu û rêveberên HDP’a Şemzînanê çûn gundê Şapatana Şemzînanê û welatiyên rastî îşkenceyê hatin ziyaret kirin. Welatiyan behsa îşkenceyê kir û wiha got: “Bi qûndaxên çekan, êzing, pihîn û kulman bêle sebep li me em rastî îşkenceya polîs û leşkeran hatin. Ji zarokan heta kal û pîran xistin dorê û li wan dan.” Welatiyan da zanîn ku li ber çavên zarokan îşkence û heqaret li malbatan hat kirin û got: “Zarokan çawa vê derûniyê ji ser xwe avêtin. Em nizanin.” DAYIKA 78 SALÎ WALÎ DEREWAND Zekiye Gîrgîn a 78 salî ku bi kurê xwe Cevdet Gîrgîn rastî îşkenceyê daxuyaniya Waliyê Colemêrgê ya “Îşkence tune ye” derewand. Gîrgîn şopê îşkenceya li ser xwe nîşan da û got ku daxuyaniya walî ji rastiyê dûr e. Gîrgîn destnîşan kir ku nexweşînên şeker û tansiyon pê re heye û wiha got: “Kurê min Cevdet li ber çavê min rastî îşkenceyê dihat. Bi derbên mirinê lê didan. Heta kurê min ji hişê xwe çû lêdan. Çima vê zilmê li me dikin. Me çi kiriye ji wan?” Şandeya HDP’ê dê têkildarî hevdîtina li gel gundiyan ji raya giştî re daxuyaniyê bide.