Vê carê jî Çiyayê Çiravê hat bombebarankirin 2017-08-09 20:25:18 ŞIRNEX - Ji duh ve şewata li Çiyayê Çiravê ku hatibû bombekirin didome. Duh Çiyayê Çiravê ku di navbera Şirnex û Sêrtê de ye bi balafirên F-16'an hat bombekirin. Bombebaran saetekê domiya û pişt re balafir ji qadê dûr ketin. Li cihên hatin bombekirin şewat derket û ev şewat ji duh ve didome. Her wiha şewata li çiyayên Cûdî û Gabarê jî, hîn didome.