Parêzer: Qedexeya peywirê êrîşa mafê parastinê ye 2017-08-10 09:07:26 STENBOL - Parêzeran biryara Wezareta Dadê ya ji dozgeran re şand û dixwaze erk û peywira parêzeran bi sînor bike nirxand. Parêzeran diyar kir ku ev biryar êrîşa mafê parastinê ye. Prz. Selçuk Kozagaçli, diyar kir ku ew jî di navde gelek parêzer 6 mehin rastî heman pêkanînê tê û ev nayê qebûlkirin. Wezareta Dadê biryara ku parêzerên der barê wan de doz hatibe vekirin û tên darizandin bi guman in, nekevin dozên bersûcan ji dozgeran re şand. Parêzeran ev biryara wezaretê nirxandin û diyr kirin ku e biryar li dijê parastinê ye. Parêzeran anîn ziman ku bi vê pêkaninê dixwazin bikin îtîrafkar. KOZAGAÇLI: 6 MEH IN EM RASTÎ VÊ PÊKANÎNÊ TÊN Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ya bi KHK'ê hat girtin Selçuk Kozagaçli, diyar kir ku ew nêzî 6 mehin rastî vê biryarê tên û wiha got: "Ev pêkanîn li diji hiqûqê ye. Em wekî parêzerên ku li dehan dozan û bi sedan li dosyayan dinerîn hatin qedexekirin. Divê li dijî vê biryarê baro têkevin nava tevgerê. Divê baro li dijî vê biryarê têkoşînek bi biryar bimeşînin. Bi astangkirina parêzeran nikarin çareser bikin. Ev biryar li Tirkiye darazê ji rê derdixe. Li Tirkiye êdî daraz tune ye. Ger ku li Tirkiye daraz hebûya dê ev pekanîn wekî êrîşa li dijî mafê parastinê bihata dîtin. Lê li Tirkiye êdî daraz tune ye. Li Tirkiye biryarên dozger û dadgeran êdî ne biryarên darazê ne. Hemû biryarên dozger û dadgeran li gorî daxwaza hikûmet û îktîdarê hatiye amadekirin û rastkirin. ZÎNCÎR: MILÊ PARASTINÊ JI HOLÊ RADIKIN Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) Prz. Sinan Zincir jî diyar kir ku bi vê biryarê parastin xistine bin êrîşê û wiha got: “Bi vê fermanê, dixwazin mirov bê parêzer bên darizandin. Milê parastinê ji holê radikin. Yek ji milê darazê milê parastinê ye. Bi vê biryarê milê parastinê te rakirin û darbeyek mezin li darazê tê xistin. Bi vê biryarê berî her tiştî dixwazin mafê parastina kurdan, mafê parastina muxalifan ji destê wan bigirin. Ji ber ku parêzeran di gelek dozên civakî û siyasî de rê li pêş darizandinên qirêj girt dibe hedef. Ev êrîşa herî mezin a li dijî mafê parastinê ye. Di serî de Yekîtiya Baroyên Tirkiye û hemû baro û rêxistinên hiqûqê divê li diji vê pêkanînê dengê xwe bilind bikin. Em vê pêkanînê qebûl nakin û em dê vê lîstikê xera bikin. Dewleta AKP'ê êdî ew bi xwe dozger û dadgeran diyar dike. Dixwaze parêzeran jî diyar bike. Bi vî rengî hemû darazê dixe destê xwe." Parêzer Several Ballikaya jî diyar kir ku bi vê rêbazê diwaze parêzeran bike îtîrafkar û wiha got: Zextên li Girtîgehan di di heman demê de polîtîkayên îtîrafkariyê ye. Dixwazin polîtîkaya îtîrafkariyê pêş bixin. Dixwazin girtiyan bi tene bihêlin û tundiyê zêde bikin. Ev jî girêdayî polîtîkaya cilên yek rengî ye. Ji bo pêkanîna cilên yek rengî û polîtikayên itirafkariyê pêş bixin serî li vê rêbazê didin. Her ku li girtîgehan zext zêde dibe li derve jî zext zêde dibin. Tu carî dewlet ji parêzerên parastinê hez nake. Ger ku milê parastinê lawaz bibe dê milê dewletê yê cezakirinê û tundiyê jî zêde bibe. Dixwazin bi riya darazê zextên li ser civakê zêde bikin. Êdî parêzer li derve rastî lêdanê tên û tên binçavkirin. Dema polîs vê yekê dikin dikenin û poz didin. Êdî îşkence daketiye kolanan. Ev bêtir mirovan dixe nava fikaran. Ballikaya, xwest di serî de hemû baro û parêzer, hiqûqnas li dijî vê pêkanînê dengê xwe bilind bikin û vê yekêqebûl nekin.