Der barê 35 rojnamegeran de biryara binçavkirinê 2017-08-10 09:59:45 STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi îdiaya “ByLock bikaranîne” der barê 35 rojnamgeran de biryara binçavkirinê derxist. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi îdiaya “ByLock bikaranîne” der barê 35 rojnamgeran de biryara binçavkirinê derxist. Piştî ragihandina biryarê ji bo 35 rojnamegeran operasyona binçavkirinê hat destpêkirin. Polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dest bi karên binçavkirina 35 rojnamegeran kirin. Di saetên serê sibê de edîtorê Rojnameya BîrGun’ê Burak Ekîcî di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Hat zanîn ku Ekîcî bi îdiaya “ByLock bikaraniye” hatiye binçavkirin. Navên rojnamegerên derbarê wan de biryara binçavkirinê hatiye derxistin nayê zanîn.