Li dijî maşîneya zirxî teqîn 2017-08-10 10:36:07 ŞIRNEX – Li Cizîrê di derbasbûna maşîneya zirxî de teqîn pêk hat. Di teqînê de 4 polîs birîndar bûn. Li taxa Yafes a Cizîra Şirnexê saet li derdora 01.00’an maşîneya zirxî ya polîsan dema li kolanên taxê digeriya teqînek dijwar rû da. Denge teqînê li tevahiya navçeyê hat bihîstin û maşîne hat rûxandin. Li avahiyên derdorê jî camên şibakeyan hin malan şikestin û wesayîtek parkirî jî zerar dît. PIŞTÎ TEQÎNÊ TAX DORPÊÇ KIRIN Li cihê teqînê çalek mezin vebû û li tevahiya şevê dûxana reş li taxê bilind bû. Bêhna barûtê li taxê belav bû. Polîsên hatin cihê bûyerê ketober derdor gulebaran kirin. Li tevahiya şevê tax ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û bi ser gelek malan de jî girtin. Piştî bûyerê demek dirêj balafirên bê mirov li ser taxê geriya. Dorpêç û serdegirtina malan a li taxê didome. Şêniyên taxê da zanîn ku ji ber teqînê 4 polîs birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê. Der barê rewşa polîsan de tu agahî nehatin bidestxistin.