Nûdam a 4 salî jî hat derpkirin 2017-08-10 13:13:25 QERS – Nûdem a 4 salî ku li gel dayika xwe li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dimîne bi 24 jinên girtî re hat derpkirin. Hevşaredara Seraya Wanê Zîlan Aldatmaz ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dimîne jî di nav de hatibû derpkirin, Nûdem a salî ku li gel dayika xwe li heman koxûşê dimîne hat derpkirin. Hat zanîn ku Nûdem keça Hevseroka DBP’ê ya Qersê Yelîz Çopur e û bi dayika xwe re li girtîgehê dimîne. Hevjînê Çopur, Kemal Çopur ê ku bi hevjîna xwe re hevdîtin kir, destnîşan kir ku keça wî jî li milê dayika xwe bûye û hatiye derpkirin. Çopur da zanîn ku êvara 3’ê tebaxê gardiyanên ji bo jimartinê hatine koxuşê heqaret li girtiyan kirine û nîqaş derketiye. Çopur got ku pişt re gardiyanan girtiyan derp kirine. NÛDEMA 4 SALÎ JÎ HAT DERPKIRIN Çopur anî ziman ku di derpkirinê de keça wî Nûdem a 4 salî li milê dayika xwe bûye û ji aliyê gardiyanan ve hatiye derpkirin. Çopur diyar kir ku piştî hevdîtinê keça xwe li gel xwe aniye Qersê.