Baydemîr: Ger Kiliçdaroglu bê girtin şaş nabim 2017-08-10 15:20:06 WAN – Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, di Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Wanê de axivî û diyar kir ku îktîdara AKP'ê qirêj bûye û wiha got: “Îşkenceya li jina 78 salî, li qadan işkenceya li kurdan ne qirêjbûne çiye gelo?. Ger ku Kiliçdaroglu bê girtin ez şaş nabim. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter di roja 3’emîn de berdewam dike. Ziyaretên di saetên serê sibê de dest pê kir didomin. Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Wanê hatin nobet ziyaret kirin û piştgirî dan nobetê. Civîna Çapemeniyê ya Nobeta îro Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir kir. Baydemir, di civînê de bal kişand ser geşedanên dawî û girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag. Baydemîr wiha got: “Siyaseta demokratîk çareserî bi xwe ye. Ger ku li ser bingeha demokratîk siyaset bê kirin hemû pirsgirêk çareser dibin. Siyaset ne şer û alozî ye. Siyaset çareserî ye. Di tu pergalan de îktîdar ne tişta ku kes nagêjê ye. Hemû kesên îktidarê armanc dike divê rexneyan qebûl bike. Di welatên demokratîk de ger ku partiya siyasî xwe ji rexneyan re bigire û rexneya ku li wê hat kirin wekî ku li dewletê hatibe girtin ew dibe diktatorî bi xwe. Serokê Giştî yê AKP hûn 15 salin îktîdar in. Hûn hemû rexneyan wekî îxaneta li diji welat pênase dikin. Ev ne demokrasî ev dîktatorî ye. Hûn rê li pêşiya her kesî digirin. Lê disa dayiyên aştiyê tên vir û aştiyê dixwazin." ‘LI 81 BAJARAN OHAL HEYE' Baydemîr, anî ziman ku li dijî hemû van sedeman Nobeta Wîcdan û Edaletê lêgerîna çareseriyê ye û wiha axivî: "Karê muxalefetê ne tenê muxalif e. Di heman demê de divê bibe rêya çareseriyê. Niha serokê AKP'ê Erdogan li Rizeyê gotinek rast got. Ez li ser navê koma xwe û partiya xwe wî piştrast dikim. Dibêje 'Me Aydera ku berê pir cuda bû qirêj kir.' Dibêje 'me rezîl kir' Em dibêjin gotina te pir rast e. We qirêj kir. Tenê ne Ayder, we di 15 salên îktidarê de Heskef, Gola Wanê, Geliyê Behdemanî û gelek deverên din qirêj kirin. We bi avakirina HES'ê her der talan kir. Bi milyonan inci kefalî mirin. Hûn niha şirîkatiyaxwedê dikin. We 130 hezar mirov ji nanê wan qut kir. 2-3 salin we winda kiriye. We bi rakirina OHAL’ê pestê xwe dida. Niha li 81 bajarn OHAL heye. Li Bajarên Kurdan Rewşa Rêveberiya awarte heye. Ji ber van pekaninan we ji niha e winda kiriye." BI DEREWAN DUNYA NAZÎVIRE Baydemîr, anî ziman ku niha Serokwekilê koma partiya wan Îdris Baluken piştî cundayê hat girtin û wiha pêde çû: "We Baluken avêt zindanê. Sedem ji tenê jiber axaftinên wî ne. Hûn dibêjin daraz serbixwe ye. Lê bi şev û roj hûn derewan dikin. Hûn niha li dadgehan Figen Yuksekdag, Ahmet Şik danarizînin. Ew we dadirizinin û dersa demokrasiyê dide we. Piştî Baluken hat berdan, di 3'ê Sibatê de di ser rêya Navenda Ragihandina Serokomariyê (CİMER) re nameyek gilî ji Serokomariyê re hat şandin. Di nameyê de dibêje 'Çima Îdris Baluken hat berdan' Piştre ev ji Wezareta Dadê re diçe û li ser vê yekê Baluken disa tê girtin. We li vî welatî edalet jî qirêj kir. Li Kulliyeyê yekîneyek hatiye avakirin. Kijan wekîlê HDP'ê kijan rojnameger, kijan rewşenbir û siyasetmedar bê girtin biryarê dide. Gelo ev yekîne li gorî kijan zagonê tev digere?" DIJBERIYA KURDAN DÊ WINDA BIKE Baydemir, polîtîkayên AKP'ê yên li diji Sûriye û Rojava jî rexne kir û wiha dirêj kir: "Polîtikayên we yên der barê Sûriye de ji destpêkê heta niha polîtikayên qirêj in. dijberiya kurdan nade qezenckirin. Hûn li dijî kurdan polîtîka bikin hûn dê winda bikin. Gel qertên sor nîşani te da. Gel karta sor nîşani te û qeyumên te da. ÎŞKENCEYA LI ŞAPATANE ÇIYE' Baydemîr wiha bi dawî kir: "Şer ji serî heta binî qirêj dike. Duh jî min wêne nîşanî we dan. Îşkenceya li gundê Şapatanê li dayika pîr hatiye kirin çiye. Lêdana kurdan a li qada gund tê çi wateyê? Ev ne qirêjbûn be çiye. Gerku li Gazze bûya niha we dinya xera kiribûya. Ew dayika 78 salî ez, tu û rebê me jî dizane ji te bêtir xwedî îman e. Ji te bêtir misilman e. Ew îşkence ne tenê li wê dayikê hati kirin. Li hemû mirovan hatiye kirin. Heta ku şer hebe ev jî dê bidome. Divê hûn dest ji şer, tecrîd û girtina siyasetmedarên kurd berdin. Ez bang li Erdogan dikin ku gel leborina xwe bixwaze. Lêborîn dikare deriyekî nû, li destpêkek nû veke. Te got 'ez îlhamê ji pêkanînên Guantanamo digirim û li Girtîgeha Tipa T a Wanê heman pêkanîn ketin meriyetê. Di 10'ê Tebaxa 2014'an de hilbijartina Serokomariyê pêk hat. Demirtaş di hilbijartinê de bi Serokê AKP'ê Erdogan re ket pêşbirgê. Lê niha Erdogan li Kulliye ye, raqibê Erdogan Demirtaş jî li girtîgehê ye." DIBE KU KILIÇDAROGLU BÊ GIRTIN Niha tu bi sucdariya ku di TCK’ê de tune mirovan sucdar dike. Rexneyên li hemberî AKP’ê û Erdogan wekî sûc tê qebûlkirin. Ger ku Kiliçdaroglu bû girtin qet şaş nabim. Lê ger ku em denge xwe bikin yek û em dê karibin faşîzmê têk bibin. Em dê li dijî vê qirêjî û bê edaletiyê çalakî û berxwedana xwe ya li kolanan berdewam bikin. Em dê faşîzmê rawestînin weki din rê tune. Em dê agahiyên der barê Şapatan û Girtîgeha Tîpa T a Wanê de jî bi gel re parve bikin."