Aha bêlgeya gilîkirina girtina Baluken 2017-08-10 15:38:59 ENQERE – Derket holê ku Serokwekîlê Koma HDP’ê yê girtî Îdrîs Baluken ê roja rahliye bû, ji Serokomariyê re gilîkirina “Çima hat tahliyekirin” tê şandin û pişt re dîsa tê girtin. Bêlgeya ku Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken ji nû ve da girtin derket holê. Di bêlgeyê derket holê ku Baluken ji aliyê Serokomariyê ve tê girtin. Piştî Baluken ji doza ewil di 30’ê çile de hatibû tahliyekirin, kesek bi navê M.Y. di heman rojê de danezanek gilîkirinê ji Navenda Ragihandina Serokomariyê (CÎMER) re dişîne û aciziya xwe tîne ziman. BÊTEHAMULIYA ‘ÇIMA HAT TEHLIYEKRIN’ Dîhaberê xwe gihand vê bêlgeya girtina Balûken. M.Y. yê li Pendîka Stenbolê rûdinê bi van gotinan gilîkirina Baluken dike: “Îdrîs Baluken ê HDP’yî yekîtî û tevahiya welat xera dike. Endamê rêxistina terorî ya bi çek e. Propagandaya rêxistinê dike. Bêçek beşdarî meş û civînên dij qanûn dibe. Bi cezayê muebet û 23 sal tê darizandin. Lê belê zilam hat tahliyekirin. Ev edaletek çawa ye. Zilam li nav çavê 80 milyonî dinêre û van sûcan dike. Çima hat tahliyekirin. Li pêşberî kamerayan van sûcan kiriye. Hemû Tirkiye şahide lê zilam serbest e. Hûn nikarin di nav gel de viya rave bikin. Viya baş dizanibin.” PIŞTÎ SERLÊDANÊ DOZGERÎ KET TEVGERÊ Ev serlêdana vî kesî di 3’ê sibatê de ji aliyê xebatkarên CÎMER’ê ve hat ferqkirin. Bêyî ku dem bê windakirin di heman rojê vê serlêdanê radestî Wezareta Dadê hat kirin. Piştî ev serlêdan gihîşt Wezareta Dadê li gel ku Baluken hatibû emeliyatkirin jî lê di der barê wî de biryara girtinê hat derxistin. Baluken di 21’ê sibatê de carek din hat girtin. Baluken şandin Girtîgeha Sîncanê. Piştî girtina Baluken jî CÎMER kar û barê vê serlêdanê berdewam kir. Buroya Têkiliyên Gel a Wezareta Dadê di 27’ê tîrmehê de nivîs şand Serdozgeriya Komarê ya Amedê û xwest derbarê serlêdana kes û hem jî Serokomariyê ji dozgeriyê agahî daxwaz kir.