9 rojnameger hatin binçavkirin. 2017-08-10 16:32:43 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbole di çarçoveya lêpirsina bikarinerê ByLockê de der barê 35 rojnamegeran de biryara binçavkirinê derxist. Di çarçoveya biryara dozgeriyê de 9 rojnameger hatin binçavkirin. Serdosgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna medya Cemaeta Gulen û lêpirsina bikarînerê ByLockê de der barê 35 rojnameeran de biryara binçavkirinê derxist. Piştî biryarê yekîneyên midûriyeta polisan operasyon pêk anî û 9 rojnameger binçav kirin. Lêgerîna der barê 26 rojnamegeran de jî didome. Rojnamegerên hatin binçavkirin wina ne: “Burak Ekîcî, Muhsin Pilgir, Omer Faruk Aydemîr, Sait Gurkan Tuzlu, Cuneyt Seza Ozkan, Yusuf Duran, Ahmet Feyzullah Ozyurt, Ahmet Sagirlı, Mutlu Ozay.”