QSD 125 sivîlên din jî rizgar kirin 2017-08-10 16:48:17 REQA - Tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSD'ê di taxa Nezlet Şihadê de 125 sivîl rizgarkirin. Di nava sivîlan de 2 welatiyên bi topên DAIŞ'ê birîndar bibûn hene. Şervanên QSD'ê yên taybet ên rizgarkirina sivîlan, rizgarkirina sivîlên ku çeteyên DAIŞ'ê wan di taxên Reqayê de çemberkirine didomîne. Tîmên taybe ên rizgarkirina sivîlan ên QSD'ê li taxa Nezlet Şihadê 125 welatiyên sivîl rizgar kirin. Di nava sivîlan de 2 welatiyên ku di encama topbarana çeteyên DAIŞ'ê ya li ser sivîlan de birîndar bibûn hene. Di çalakiya rizgarkirina sivîlan de 2 şervanên tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan jî birîndar bûn. Şervanên tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan û hin şervanên din birîndar rakirin nexweşxaneyê. Her wiha şervanan av û xwarin dan sivîlan. Şervanan sivîlan li cihên bi ewle ku QSD'ê rizgar kirine bicihkirin.