Eniyên rojava û rojhilat ên Reqqayê gihaştin hev 2017-08-10 17:35:02 REQQA – Eniyên rojhilat û rojava ên Reqqayê gihîştin hev. Di çarçoveya operasyonê de heta niha zêdeyî ji sedî 50'yê bajêr ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. Operasyona bi navê “Cenga Mezin” ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina Reqqayê dabûn destpêkirin di roja 66’emîn de dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de eniyên rojhilat û rojava yên bajêr gihaştin heve û her du hêz li Taxa Nezlît Şahedê gihaştin hev. QSD'ê der barê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de alayên QSD, YPG, YPJ û YJŞ'ê hatin vekirin. Pêşî hêzên eniyên rojhilat û rojava yên gihaştin hev silav dan hevdu. Piştî herdu hêz gihaştin hevdu, li eniya başûr Taxa Nezlît Şahedê û Hîşam Ebdulmelîk hatin rizgarkirin. Heta niha hejmara taxên hatin azadkirin 12 ye. Di daxuyaniyê de yek ji fermandarên QSD'ê ROjda Felat axivî û got ku ev nêzî 10 rojan e ku her du hêz bênav ber şer dikin. Felat anî ziman ku zêdeyî ji sedî 50'yê bajêr di bin kontrola wan de ye û wiha axivî: "Her diçe em xeleka dor Reqqayê teng dikin. Operasyon li eniyên başûr û bakur ên bajêr didome. Em derbasî merhaleyek krîtîk bûn. Bênavber em operasyona xwe didomînin." Felat di warê sivîlan de jî dest nîşan kir ku beriya her tiştî pêşaniya wan sivîl in û ew ê di demeke kurt de Reqqayê rizgar bikin.