Hem li ser avê ne, hem bê avin 2017-08-11 09:37:01 RIHA - Gundê Sorik yê 5 kîlometre nêzî Çemê Firatê ye, ji bo avdayîna fisteqan avê peyda nakin. Gundê Sorik ê navçeya Bêrecûk a Rihayê ku 700 malên wê hene û 5 kîlometreyan dûrî Çemê Firatê ye, ji bo avdayîna darfisteqan avê peyda nake. Şêniyên gund, anîn ziman ku heta 6 meh berê jî wan ava vexwarinê ji bîran tedarik dikir, lê belê piştî bîrên wan zuha bûne ew bi tankêran avê dikişînin. Keyayê gund Fehmî Bozoglan, da zanîn ku ew bi fisteqan debara xwe dikin, lê belê ji ber nebûna avê ew nikarin darên xwe yên fisteqan av bidin. Bozoglan, diyar kir ku ji ber nebûna avê gelek malbat koçî bajêr kirine û her wiha berhemdariya darên wan ên fisteqan jî kêm bûye. Bozoglan, got ku ji ber nebûna avê hindik maye ku darên wan ên fisteqan hişk bibin. ‘KÎ HAT SOZ DA, KÎ ÇÛ SOZ DA' Bozoglan, anî ziman ku ev 10 sal e ku ava gund tune ye. Bozoglan, diyar kir ku her tim rayedar sozê didin lê belê heta niha tu tişt neguheriye. Bozoglan, got ku hejmara malên gund 700 e û wiha axivî: "Qeymeqam jî soz da. Got 'wê çend roj şûnde av bê'. Ew jî li ser sozê xwe nema. Ha tê ha tê. Şaredariyê jî bi awayekî formalîte koland û çû. Ji ber nebûna avê gelek mallbat koçî bajêr kirin." DARÊN FISTEQAN HIŞK DIBIN Şêniyê gund Necati Çever, anî ziman ku 10 sal in ku ew bi vê pirsgirêka avê re bilî dibin. Çever, got ku hin dar hîşk bûne û niha darên wan li ber çavê wan hişk dibin. Çever, got ku bêyî ku ew li bendê bên fisteq sor bibin wan jê dikin û wiha axivî: "Halbûkî heke em li bendê bin fisteq sor bibin em ê bêtir qezenc bikin. Lê ji ber nebûna avê em zû berhev dikin. Dema em berdariya fisteqan a 20 sal berê û niha berawirdî hevdu dikin, windahiyeke rêjeya ji sedî 70 heye. Heke av hebûna dê berdarî tam bûna." NIKARIN SÛDÊ JI FIRATÊ WERGIRIN Sait Erkiliçê 69 salî jî, diyar kir ku bi salan e soz tê dayîn, lê belê kes sozê xwe bi cih nayîne. Erkiliç, anî ziman ku êdî ew nikarin îdare bikin û wiha got: "Darên li gund ji ber nebûna avê hişk bûn. Hîn jî hişk dibin. Çemê Firatê 5 kîlometre dûrî me ye. Li ser çem gelek bendav hene. Lê em sûdê ji wan wernagirin. Ma ev kar e?" HAYÊ ŞUSKÎ'YÊ JÊ TUNEBÛYE! Me ev pirsgirêka gund ji rayederên Gerînendetiya Karên Qenalîzasyon û Avê (ŞUSKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê pirsî. Rayedaran wiha got: "Hayê me ji pirsgirêka avê tune bû. Heke hebûna em ê pê re eleqedar bibûnan."