Li Edenê operasyon: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin 2017-08-11 09:41:43 EDENE – Li Edenê di saetên serê sibê de hemwext polîsan bi ser gelek malan de girt. Di operasyonê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Li Edenê di saetên serê sibê de bi awayekî hemxwext polîsan bi ser 30 navşînanên cuda de girt. Polîsan gelek deriyên malan şikand û hundirê malan ser û bin kir. Li malan bi saetan lêgerîn dewam kir. Piştî lêgerînê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên hatin binçakvirin birin Midûriyeta Polîsan a Edenê.