Qedexekirina 26 herêmên Colemêrgê hat dirêjkirin 2017-08-11 12:24:34 COLEMÊRG – Li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê li navçeyên Gever, Çelê û Şemzînan û navenda Colemêrgê qedexekirina 26 herêman carek din hat dirêjkirin. Walîtiya Colemêrgê daxuyaniyek da û li navenda Colemêrgê, li navçeyên Gever, Çelê û Şemzînanê di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” qedexeya 26 herêman carek din dirêj kir. Qedexe ji 13’ê tebaxê dest pê dike û dê heta 27’ê tebaxê berdewam bike.