Serlêdana malbatan carek din hat redkirin 2017-08-11 13:55:54 STENBOL – Serlêdana hevdîtina li gel Ocalan a malbatê û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin. Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi riya parêzerên xwe, bi armanca biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilin a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdana malbatê red kir. Serdozgeriyê serlêdana malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî red kir.