Di çalakiya Tahir Elçî de: Tirkiye welatê şînê ye 2017-08-11 16:10:14 AMED - Baroya Amedê ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bê dîtin û darizandin, di hefteya 88'an de çalakiya "Edaletê" berdewam kir. Di çalakiyê de hat gotin ku gelek mirov şîna wan bi dawî nebû û Tirkiye bûye wehatê şînê." Baroya Amedê ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bê dîtin û darizandin, di hefteya 88’emîn de çalakiya "Edaletê" li ber Edliya Amedê berdewam kirin. Di çalakiyê de cîgirê Serokê Baroyê Prz. Sertaç Buluttekin, Serokê komîsyona Mafên Mirovan a Rihayê Firat Ayçiçek û gelek parêzer amade bûn. Çalakî di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Prz. Sertaç Buluttekin, diyar kir ku ew dê di lêgerîn, daxwaz û parastina edaletê de bi israr bin û wiha got: "Bê guman mirin rastiya jiyanê û perçeyekî xwezayê ye. Lê li vî welatî mirinên li dervê xwezayê jî wekî xwezayî tên nîşandan. Li ser vê axê hin caran wekî komkujiyan, hin caran wekî kujerên nediyar derdikevin pêşberî me û ji me dixwazin em wekî xwezayî bibinin. Mixabin tu carî kujerên van kuştin û komkujiyan nehatin cezakirin û darizandin. Gelek mirov şîna wan bi dawî nebû û Tirkiye bûye wehatê şînê." Seroke Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Firat Ayçiçek jî anî ziman ku ji bo edalet cihê xwe bigire divê kujer bên dîtin, darizandin û cezakirin. Ayçîçek, anî ziman di 14 rojan de iddianame amadekirin, lê 88 rojin lêpirsîn nehatiye kirin. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn.