HDP'ê du eşîr li hev anîn: Ji bo aştî û yekîtiyê lez bikin 2017-08-11 16:28:04 WAN – HDP’ê malbatên Demîr û Sencer ên li Wanê xwîniyên hev bûn li hev anîn. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di merasimê de wiha got: “Ji bo aştiya mezin divê 4 parçeyên Kurdistanê li dijî nelihevkirinê bi rêya silhê çareseriyê pêk bîne. Ji bo aştî û yekîtiyê lez bikin.” Li Wanê zêdeyî salekî ye malbatên Sencer û Demîr yên endamên eşîretên Abdoyî û Botî neyartî di navbera wan de hebû. Malbat bi hewldana HDP’ê li hev anîn. Merasîma li hev hatinê li Salona Dawetê ya Erenogullari pêk hat û xwarina aştiyê dan. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, rûspiyê kurd Selîm Sadak, Hevserokê HDP’a Wanê Yakûp Altaş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rûspiyên Wanê beşdarî merasîmê bûn. Piştî endamên malbatan bi destê hev girtin Hevserokê HDP’a Wanê Yakûp Altaş axaftina vekirinê kir û malovaniya kesên keda wan di merasîma aştiyê de derbas bûye kir. ‘JI BO AŞTIYÊ LEZ BIKIN’ Pişt re Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr axivî û bal kişand ser girîngiya sazkirina aştiyê û hêviya ku êdî zilm li ser kurdan bidawî bibe kir. Baydemîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiyê lez bikin. Aştî emrê xwedê ye. Va du malbatên me li hev hatin. Wa dayikên aştiyê li vir in. Laçikên wan spî aştiyê pênase dike. Mizgîniya xêr û aştiyê ew in. Em deyndarê wan in. Beriya her tiştî divê malbat û eşîretên me yekîtî û aştiya xwe pêk bînin. Li çar parçeyên Kurdistanê em 40 milyon gel in. Ger ku em hev destek bikin dê azadî û aştiya 40 milyon kesî pêk were.” Bi du Baydemîr re meleyan duayên aştiyê kirin û du mezinin malbatê bi destê hev girtin û li hev hatin. Merasîm li hev hatinê bidawî bû.