Zabiteyek Şaredariya Rihayê êrîşî zarokek penaber kir 2017-08-11 16:58:33 RIHA – Zabiteyek Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, bi awayekî tund li zarokek 15 salî yê penaber da. Li navçeya navendî ya Rihayê zabiteyek girêdayî Serokatiya Daîreya Zabiteya ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi awayekî tund li zarokek penaberê Sûriyê yê 15 salî da. Zabite, qirika zarok li hev guvaşt û pê li serê wî kir. Êrîşa zabite ya li dijî zarok ji aliyê kamerayan ve hat qeydkirin. Li ser nerazîbûna welatiyên derdorê zabite neçar ma ku dev ji zarok berde. Têkildarî mijarê em li midûrê zabiteyan geriyan lê got ku ew ê agahî nede.