‘Ji bo mafê jinan em ê di nobetê de cih bigirin' 2017-08-12 09:05:34 ÎZMÎR - Saziyên jinan ên Îzmîrê diyar kirin ku dê piştevaniyê bidin Nobeta Wijdan û Edaletê û wiha gotin: "Ji bo mafê xwe yê jiyanê, ji bo em bi awayekî rihet li kuçeyan bimeşin û ji bo li her qadê em behsa mafê jinan bikin em ê li qadan bin." Piştî Wanê dê herî dawî li Îzmîrê Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP'ê bê girtin. Rêxistinên jinan ên Îzmîrê ji bo piştevaniyê bang kirin. TJA: EM Ê DI NOBETÊ DE BERSIVA ÎKTÎDARÊ BIDIN Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Tîjda Kiliç, diyar kir ku Nobeta Wijdan û Edaletê ji bo jinan zaf girîng e. Kiliç, anî ziman ku ji roja ewil a nobetê ve li gel hemû dorpêçkirinan jî nobet bi berxwedanê domandiye. Kiliç balê kişand ser zext û zoriyên li ser gelê kurd û wiha got: "Têkoşîneke 40 salan heye. Em jin me her tim li her derî xwedîtî li berxwedanê kiriye û em ê ji niha û pêve jî xwedîtiyê lê bikin." Kiliç, anî ziman ku piştî îlankirina OHAL'ê cinayetên jinan û îstismarkirina zarokan zêde bûye û wiha axivî: "Em vê nobetê ji bo jinan wek xweparastinê dibînin. Em ê di vê nobetê de jî sekna jinan a li hemberî pergalê nîşan bidin û em ê bersiva herî mezin bidin îktîdarê." JINÊN DP'Î: JI BO MAFÊ JIYANÊ Yek ji jinên Partiya Şoreşgeran (DP) Hêlîn Ertekîn, anî ziman ku di vê pêvajoya ku faşîzm dijwar bûye de deklarasyona HDP'ê zaf girîng e û wiha got: "Hedefa faşîzmê ya herî mezin tunekirin e. Ji ber vê yekê Nobeta Wijdan û Edaletê zaf girîng e. Heke em bên gel hev, heke em li dor têkoşîneke hevpar bicivin, heke em banga aştî, azadî û edaletê bikin bi rastî jî em ê li vî welatî bikaribin gavekê bavêjin." Ertekîn wiha domand: "Em rolên ku pergal û îktîdara siyasî ji bo me diyarkirine qebûl nakin. Ji bo mafê xwe yê jiyanê, ji bo em bi awayekî rihet li kuçeyan bimeşin û ji bo li her qadê em behsa mafê jinan bikin em ê li qadan bin. Divê em jinên ku doza edalet û demokrasiyê dikin guh bidin vê bangawaziyê û li qadan bin." SKM: LI HEMBERÎ CINAYETÊN JINAN EM Ê LI QADA NOBETÊ BIN Endama Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara jî, diyar kir ku ev saleke derdora çepgir, sosyalîst, kedkar û jin bi sepandinên antî-demokratîk re rû bi rû dimînin. Kara anî ziman ku şerê ku li Pirsûsê dest pê kir li Sûr, Cizîrê domandiye û wiha axivî: "Rûxandinek dan destpêkirin û em rasterast bûn şahidê vê rûxandinê. Bi destê dewletê li hemberî jinan dijminahiyek hat pêşvexistin. Vê yekê bi nivîsên xwe yên li ser dîwaran nîşan dan. Em jin tam di nav vê pêvajoyê de ne. Em ê li hemberî pêkanînan bêdeng nemînin û em ê di nobetê de li refên herî pêş cih bigirin."