'Komîsyona OHAL'ê, ne saziyeke huqûqî saziyeke îdarî ye' 2017-08-12 09:07:09 AMED-Parêzer Îbrahim Afşar, der barê biryarên ku dê Desteya Komîsyona Lêkolîna OHAL'ê bidin de axivî û wiha got: "Ji ber ku dê li gor rêgezên huqûqî nexebite, em ne bawer in ku dê ev komîsyon biryareke adil bide." Der barê biryarên îxrackirin û girtina saziyên ku piştî OHAL'ê hatin girtin Desteya Komîsyona Lêkolîna OHAL'ê hatibû avakirin. Ji bo avakirina Komîsyona Lêkolînê ya OHAL'ê di 23'yê Çileyê de KHK'ya Jimare 685 hatibû weşandin, lê bi mehan nehatibû diyarkirin ku dê komîsyona 7 kesiyî ji kê pêk bê. Piştî ku di 16'ê Nîsanê de komîsyon bi awayekî fiîlî hat avakirin, ji bilî du endamên Dadgeha Bilind û Şûraya Dewletê, yên din ji kesên peywirdarên îdareyê pêk hatin. Li ser vê yekê parêzer û huqûqnasan bertek nîşan da. Parêzer Îbrahîm Afşar, got ku armanca vê komîsyonê ew e ku pêvajoyê dirêj bike. Afşar wiha axivî: "Komîsyona OHAL'ê, ne saziyeke huqûqî saziyeke îdarî ye. Ji ber ku dê li gor rêgezên huqûqî nexebite, em ne bawer in ku dê ev komîsyon biryareke adil bide." ‘ARMANCA WÊ TENÊ DIRÊJKIRINA PÊVAJOYÊ YE' Afşar, anî ziman ku her çi qas komîsyona OHAL'ê wek çareseriyê bixuyê jî, lê armanca wê ew e ku pêvajoyê dirêj bike û wiha axivî: "Diviya ev komîsyon 6 meh berê bihatana avakirin., lê hîn nû serlêdanan qebûl dike. Ji 7 kesan pêk tê û ev hemû ji karmendên îdareyê hatin hilbijartin. Ji ber piranî ji kesên îdareyê ne, dê biryara ku bê dayîn jî wiha be. Mînak, kesên serî lê bidin, dê ji aliyê îdareyê ve ka pêwendiya kesê hatiye îxrackirin û rêxistinên terorî heye yan na, ji bilî vê, kes li gor kîjan delîlan ev pêwendî tê diyarkirin, îjan hincet hene. Yanî ev tune ne. Ev nayên zanîn. Niha kesên serî lê bidin, nizanin ka bi çi tên tawanbarkirin. Heke li gor qanûna 657'an tevbigeriyanan dê ev kes bizanibûyanan, lê niha nizanin bi çi tên tawanbarkirin û nizanin ka dê parêziyeke çawa bikin. Ev bi tena serê xwe binpêkirina mafê parêziyê ye. Ji ber vê ne huqûqî ye, îdarî ye." ‘MAFÊ PARASTINÊ JI HOLÊ RADIKE' Afşar, diyar kir ku di dema serlêdana komîsyonê de dê kes bi belge û agahiyên îstihbarî re rû bi rû bimînin û wiha domand: "Dê belgeyên îstixbarî jî daxilî nav agahî û belgeyên tên xwestin bikin. Jixwe dema kes serlêdanê dike, heke di warê agahiya îstixbarî de bê bikaranîn ev bi tena serê xwe derhuqûqî ye. Tu agahî û belgeyên ku bi riyên huqûqî neyên bidestxistin der barê kesan de nayên bikaranîn, lê belê dê ev yek di komîsyona OHAL'ê de hebe. Kes nizanin ka der barê wan de çi agahî û belge hene, jixwe li ser dosyeyan biryara nepeniyê heye. Bi vî awayeî em parêzer jî nikarin kontrol bikin. Yanî dê mafê parastina kes bi temamî ji holê bê rakirin û dê der barê wî de delîl û raporên îstixbarî yên derhuqûqî bên nirxandin û dê li gor wê hikmek bê dayîn." ‘SAZIYEKE ÎDARÎ YE' Afşar, anî ziman ku ew huqûqnas li bendê ne ku darizandineke adil bê kirin û wiha domand: "Kî dibe bila bibe divê zanibe ka bi çi tê tawanbarkirin da ku li gor wê parêziya xwe bike. Lê wisa dixuyê dê tenê kes serlêdanê bikin û dê komîsyon jî der barê wî/ê de her cure agahiyan berhev bike û dê li gor wê biryarê bide. Ji xwe ev yek nîşan dide ku komîsyon ne huqûqî ye. Ji ber ku dê li gor rêgezên huqûqî nexebite, em ne bawer in ku dê ev komîsyon biryareke adil bide."