Dibistana taxê kirin biryargeh 2017-08-12 09:07:56 AMED - Polîs û tîmên taybet Dibistana Seretayî ya Seyrantepeyê ya li Taxa Cumhûriyetê kirin biryargeh. Polîs û tîmên taybet Dibistana Seretayî ya Seyrantepeyê ya li Taxa Cumhûriyetê ya navçeya navendî Yenîşehîr a Amedê wek "herêma ewlehiyê" îlan kir û wê veguherandin biryargehê. Li dibistanê biroj polîs bi çekan nobetê digirin û bi şev jî tîmên taybet bi çekên giran nobetê digirin. Zarok li baxçeyê dibistanê li ber çekan dilîzin. FERMANDARÊ CENDIRMEYAN: EV REWŞ ZÊDEYÎ QUWETA MIN E Niştecihên Taxê diyar kirin ku bi şev tîmên taybet tevî çekên giran digerin û dem bi dem jî li nav taxê wesayîtên zirxî digerin. Welatiyê ku li taxê melatiya sivîl dike û nexwest navê xwe bide, diyar kir ku li ser vê rewşê wan serî li fermandariya cendirmeyan daye û wiha axivî: "Bi şev em nikarin derkevin derve. Her ku em gavekê davêjin nasnameya me dixwazin. Tîmên ku çekên giran di dest wan de ne tim li nav taxê digerin. Me ji fermandariya cendirmeyan re got ku ev weziyet me nerihet dike. Fermandarê cendirmeyan got ku ew baş me fêm dike. Lê belê ji me re got 'Ev rewş zêdeyî quweta min e. Nikarim tiştekî bikim. Em nikarin fermanê bidin wan.'" ‘JIN BI ŞEV NIKARIN DERKEVIN DERVE' Mele, diyar kir ku êdî ew nikarin tiştekî jî bikin û dema ew diçin qada xalîçeyî ya gogê jî nasnameya wan ji wan tê xwestin û di tiştekî herî biçûk de jî heqaret li wan tê kirin. Mele, diyar kir ku dibistan veguherandine biryargehê û wiha got: "Bi şev û bi roj nobetê digirin. Dê çend roj şûnde dibistan bên vekirin, lê dê ev dibistan bê vekirin an na em nizanin. Wisa dixuyê dê wek biryargehê bimîne." Mele, dest nîşan kir ku ji ber kesên ku bi şev li taxê dewriye digerin jin nikarin ji malên xwe derkevin. Mele got ku, hemû niştecihên taxê ji ber vê weziyetê nerihet in.