Gelo gav bi gav Tirkiye li derveyî qadê tê hiştin? 2017-08-12 09:08:27 EFRÎN – Piştî daxuyaniya Serokomar Erdogan a ‘Em ê wê xencera me çikand firehtir bikin' êrîşên dewleta tirk ên tevî komên OSO'yê yên li dijî Efrînê careke din ketin rojevê. Ji roja ku êrîş ketine rojevê ji aliyekî ve gel, pêkhate û hemû saziyên li herêma Efrînê ketine nava seferberiyeke xweparastinê û li aliyê din jî bi lihevkirina DYA û Rûsya re ji bo li heremê “Heremek bi ewle ava bikin” peywirê dane ser milê Misirê. Piştî 3’emîn Komcivîna Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku li navçeya Rimêlan a li ser bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişlo pêk hat û der barê diyarkirina kantonan û hilbijartinê biryarên girîng hatin girtin de, dewleta tirk ku ji bo sererastkirina îmaja xwe ya li bakurê Sûriyeyê de careke din îhtîmal êrîş li Efrînê bên kirin xist rojevê. Piştî daxuyaniya Serokomar Erdogan a ‘Em ê wê xencera me çikand firehtir bikin' êrîşên dewleta tirk ên tevî komên OSO'yê yên li dijî Efrînê careke din ketin rojevê. Ji roja ku êrîş ketine rojevê ji aliyekî ve gel, pêkhate û hemû saziyên li herêma Efrînê ketine nava seferberiyeke xweparastinê û li aliyê din jî bi lihevkirina DYA û Rûsya re ji bo li heremê “Heremek bi ewle ava bikin” peywirê dane ser milê Misirê. SEDEMA DAXYANIYA ERDOGAN WINDAKIRINA ÎDLÎB Û EYN DEQNÊ YE Piştî şer û pêvçûnên ku di 18-23'yê Tîrmhê de di navbera Ehrar El Şam ku girêdayî dewleta tirk û Tahrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) de qewimîn, gelek hevsengiyên li Îdlibê guherîn. Ji gelek heremên bi pêvçûn an jî bê pêvçûn Ehrar El Şam xwe kişand û Tahrîr El Şam derbasî bajar û navçeyên girîng ên wek e Îdlib, Deriyê Sînor a Bab El Hawa, Ceyş El Şixûr, Atmê û navçeya Danayê bû. Bêguman hêza ku di vê şerî de bi ser ket koma çeteyên Tahrîr El Şam bû. El-Qaîde ya ku hîmê çeteyên Tahrîr El Şamê ye bi wî awayî li herêma Îdlîbê serweriya ava kir. Ji ber vê yekê jî hevsengiyên li Îdlibê ji nû ve hatin guhertin û her hêz li gor xwe hemleyên nû pêş dixin. Di şerê Îdlibê de ya ku herî zêde binket dewleta tirk bû. Dewleta tirk dixwest bi riya çeteyên Ehrar El Şamê derbasî Îdlibê bibe, çeteyên Tahrîr tasfiye bike û Efrîn bixe bin dorpêçê û ambargoya ku bi hevkariya Îran, rejîm dabû destpêkirin xûrtir bike. Ji ber hatibû ragihandin ku projeya dewleta tirk li dijî Efrînê vekirina korîdorek a ji Ezazê heta Îdlibê bû û dixwest vê yekî jî di ser tevahî dagirkirina Til Rifat de pêk bîne. Lê halê hazir pêşiya wê hate girtin. Niha jî dewleta tirk di nav lêgerînan de ye ku hemleyeke nû pêş bixe. Ger hemleyeke nû û bi serkeftî pêş nexe wê di heremê de hale dewleta tirk ne tu hal be û gav bi gav herêma Mertalê Firatê ji destê wî derkeve. Ji ber ku çend roj berê ji hêla rêveberiya Trump ve ji ber CIA di projeya xwe ya bi MÎT’ê ya herêma Mertalê Firatê de li bin ket wek cezayek bide CIA yê, ew projeya destekdayîna komên çete yên heremê paşde vekişand. Lewra dewleta tirk û komên çete yên di nava Artêşa Sûriya Azad (OSO) yê di êrîşa ser Efrînê de li navçeya Eyn Deqnê de têk çû, Ehrar El Şam a ku mîsogeriya dewleta tirk a di Îdlibê de li dijî Tahrîr têk çû, prestîjek mezin winda kir. Berdevkiya Ehrar El Şam di 1’êTebaxê de bi awayekî fermî ragihand ku serçeteyê wan ê giştî guherî, Elî Omer îstîfa kir û di şûna wî de Hassan Safwan weke serçeteyê giştî hatiye hilbijartin. Diyar dibe ku piştî binketina di Îdlibê de di nava Ehrar de guhertinan dike. Lê li gor tevlîheviyên heyî dewleta tirk bi van guhertinan ne mimkun e hemleyeke nû li Îdlibê û Şehbayê bide destpêkirin. Armanca van guhertinan ew e ku çeteyên Ehrar El Şamê bi giştî tasfiye û belav nebin. Lê li gel vê jî nikare pêşiya belavbûnê bigire, lewra 21 taburên di nava çeteyên Ehrar El Şam de derbasî nav çeteyên Tahrîr El Şam bûn. Li Îdlîbê hejmara çeteyên din jî pir kêm e û di bin bandora çeteyên Tahrîrê de ne. EFRÎN NE BI RÛSYA BI HÊZA XWE BAWER E Hêza QSD'ê bi pêşengtiya wî YPG/YPJ dike li Efrînê beriya pêvçûna li Eyn Deqnê bi gel, sazî û hemû pêkhateyên heremê re di nava seferberiyekî xweparastinê de bû. Hat ragihandin ku piştî 3’emîn Komcivîna Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku biryara Efrîn bibe herêm û di nav de Efrîn û Şehba jî bibin kanton hat girtin, hewcetir hat dîtin ku vê seferberiya xweparastinê xûrtir bikin. Li gor çavkaniyên QSD û Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê, hat ragihandin ku wan ji berê ve amadekariyên xwe kirine û ew bi gel re di nava seferberiyê de ne. Heman çavkaniyan pirsa me ya “Eger dewleta tirk di êrîşên xwe de balafirên şer bi kar bîne wê çi bibe, Rûsya ku li heremê ye mudaxele bike an na?” wiha bersivandin: “Rûsya di êrîşa li ser Efrînê ku hê jî berdewam dike û bi taybetî jî di pêvçûna Eyn Deqnê de bêdeng ma. Ev nayê qebûl kirin, ev hêza OSO û dewleta tirk a di Eyn Deqnê de ceribandinek bû. Piştî vê Rûsya poşman bû lê êdî derbas bû. Niha tê gotin ku ji bo Îdlîbê Rûsya û Amerîka lihevkirin e û wê nehêlin dewleta tirk êrîşî derdorê bike. Lê rastî wisa be jî êdî bawerî bi taybetî bi Rûsya nayê. Bi kurt û kurmancî gelê Efrînê ne bi Rûsya bi hêza xwe ya cewherî bawer e.” Jixwe hêzên şoreşger ên herêma Şehba û Efrînê ku di nava QSD’ê de ne û niha di hemleya rizgarkirina Reqa ya bi navê Cenga Mezin de cih digirin, rojên derbasbûyî de daxuyaniyekî dabûn ku di êrîşeke wiha de ew ê dev ji hemleya Reqayê berdin herin herêma xwe biparêzin. QSD’ê jî piştre tevlî vê daxuyaniyê bibû û ragihandibûn ku ew ê rê nedin van lîstikan û ew ê heta dawî cihên ji çeteyan hatine rizgarkirin careke din nedin çeteyên cuda. PIŞTÎ LIHEVKIRINA RÛSYA Û DYA'YÊ Hat destnîşankirin ku Amerîka û Rûsya di mijara rojhilatê Sûriyê û bakurê Sûriyê de hem berî û hem jî piştî civîna G-20'ê hevdîtin çêkirine. Di hevdîtinan de li ser mijarên têkoşîna li hemberê komên çete yên li Sûriyê û çareserkirina pirsgirêkên li heremê bûne mijarên nîqaşan. Hat ragihandin ku di encama van nîqaşan de lihevkirinek çêbûye. Ev jî dide xuyakirin ku DYA hem di heremên Rojhilata Sûriyê û hem jî bakurê Sûriyê bi taybetî jî Îdlibê de mudaxil bibe. Piştî vê yekê cara yekemîn e ku DYA bi awayekî fermî destekdayîna hin komên di heremê de paşde kişandin aşkere kir. Bi vê lihevkirinê re Tirkiye ji Rûsyayê dûr dikeve, lewra xuyaye wê Rûsya ji vê lihevkirinê re sadiq bimîne û wê bersivên erênî nede daxwazên Tirkiyeyê. Rastiyeke din jî heye çawa ku dewleta tirk li Îdlîbê di hevkariya bi komên çete yên cîhatkar-selefî re irar dikir, di serdema nû ya ku DYA û Rûsya dixwazin hevsengiyek nû çêbikin de pir bi rîsk e. Ango lîstikên wiha wê ya hêzên derveyê plana her du hêzên navnetewî bilîzin an bihilhile û biheje an jî hevsengiyek baş nebîne wê têk biçe. Ji ber vê yekê jî Amerîka û Rûsya ku di mijara Îdlibê de lihevkirine, hêza ku destekê bide komên çeteyan wê li herêmê bibe qûrbana polîtîkaya xwe ya şaş. JI BO AVAKIRINA HERÊMÊN EWLEH PEYWIR DANE MISIRÊ Li gor çavkaniyan, berî civîna G-20'ê, berdevkên serokatiyên DYA, Rûsya û Îsraîlê li hev rûniştine û biryar hatiye girtin ku ji bo ku li hin herêman, cihên bêpêvçûn an jî herêmên bi ewleh bên avakirin, Misir hatiye peywirdarkirin. Ev herêm li rojhilat û başurê Sûriyeyê Dêra Zor, Ebû Kemal, li bakur û rojavayê Sûriyê jî Îdlib, Bab, beşek ji Efrîn, herêma Şehba, di nava van herêman de ye û ya herî girîng jî li ser derdora Til Rifat û Minixê tê sekinandin. Ji bilî van 4 heremên ku ji hêla Rûsya, Îran û Tirkiyê ve weke “Heremên bê pêvçûn” hatibûn diyarkirin, ji ber şer û pêvçûn di van herêman de pêk tên, di nava vê projeyê de ne. Her wiha tê gotin ku di vê çarçoveya planê de tê nîqaşkirin ku sêgoşeya Bab, Ezaz û Cerablûs ku di bin qontrola Mertalê Firatê de ne, bixin nava vê çarçoveyê. ÇIMA MISIR? Dema mirov li tabloya rola dewletên di Rojhilata Navîn de binêre ev tişt derdikevin holê. Dewleta tirk di bin senteza îslama sûnnî û netewperestiya tirk de pêşengtiya fikrê “Osmaniya Nû” ango “Neo-Osmaniyetî”yê dike. Îran di bin netewperestiya fars û mezhebperestiya şîayê de pêşengtiya şîayê dike. Welatên kendavê yên wek e Sûdî Erebîstan û Qetar jî pêşengtiya rêxistinên îslamî û selefî yên weke El-Qaîde dikin. Di nava van hevsengtiyan de rola Misirê jî pêşengtiya netewperestiya erebî bû. Ji ber vê yekê her çiqas jî Misir di bin siya welatên Rojavayê (Ewropa û hwd.) siyaset dimeşîne jî, her tim têkiliyên wê bi rejîma Sûriyeyê ya re hebûn. Alîkariya hevdu dikirin. Lê di heman demê de têkiliya Misirê bi partiyên din yên nerm ên li Sûriyeyê re jî hebû. Heta astekî di nava opozîsyona “Lîberal” de cihê xwe girt. Ji ber vê yekê Misir li Sûriyeyê li gor Tirkiye û Îranê hêzeke girîng e. Lê rastiyek jî heye ku lawazbûna Misirê hişt ku dewleta tirk û Îranê li Sûriyeyê bêtir siyaseta xwe belav û berfirehtir bikin. Bi taybetî jî dema darbe û hin geşedanên li Misirê pêş diketin û Misir lawaz dibû, Tirkiye vê yekê jixwe re firsend didît û bi destekdayîna Siûdî Erebîstan û Qetarê komên îslamî yên radîkal derbasî Sûriyeyê dikir. Ji ber meseleya nakokiya Misirê a bi Birayên Misliman re her tim Misir siyaseta Tirkiyeyê ya di Rojhilata Navîn de dixwest asteng bike. Ji ber vê ye ku Amerîka û Rûsya di çarçoveya lihevkirina xwe ya li ser Sûriyeyê, hewl didin Misirê bihêztir bikin û rola wê ya di Rojhilata Navîn a navbeynkariyê pêş bixin. Ev her du hêz dixwazin pêşiya Îran û Tirkiyê ku li Sûriyê tevlîheviyê derdixin bigirin. SIYASETA MISIRÊ YA DI BIN SERWERIYA SÎSÎ DE Tê zanîn ku di serdema desthiladariya Mosrî de têkiliyên Sûriye û Misirê hatin sekinandin. Mosrî opozîsyona Sûriyeyê bi awayekî aktîf li Sûriyeyê destek dikir. Her du jî girêdayên Exwan El Mislim bûn. Lê piştî ku li dijî Mosrî ji aliyê Artêşa Misirê ve darbeyek pêk hat û Sîsî desthiladariya Misirê bi dest xist têkiliyên Sûriye û Misirê careke din hewildan ku bibin wek berê. Di vî warî de siyaseta her du aliyan jî hinekî nerm bû. Ji ber siyaseta nerm a Misirê çewa bi rejîmê re her wisa bi komên opozisyonê yên di Sûriyeyê re jî têkiliyeke navbeynkariyî heye. Ji ber vê yekö ew potansiyela Misirê heye ku heta astekê di navbera komên opozîsyon, rejîm û hin hêzên din ên li Sûriyeyê de li hemberî hev nerm bike. Tirkiye dixwest bi riya civînên Astana û hwd. vî rolî bigire ser xwe lê her çiqas çû têkiliyên wê û komên çeteyên li heremê derdiketin holê û hin caran vê aşkere jî dikir û ev ne ji hêla rejîmê ve û ne jî ji hêla komên opozisyonê ve nedihat qebûlkirin. Eger mirov bibêje ku Misir di siyaseta Rojhilata Navîn de gihiştiye wê siyaseta xwe ya berê wê şaş be. Misir hîn jî tesîra bûyerên di salên 2012-2013’an de qewimîn û li hemberî wan di nava têkoşîn û hewildanan de ye. Lê di sala dawî de hewildanên Misirê da ku xwe ji nû ve bi hêz bike pêşketin. Di encama van hewildanan de pêşketina herî girîng ji bo Misirê li Hûmûsê agirbesta di navbera hêzên opozîsyonê û Sûriyeyê de bû. Garantorê vê agirbestê jî Rûsya û Misir in. Li hin cihan wek garantor li kêleka Rûsya her tim Tirkiye hebû, lê li Humûsê Tirkiye hat dûrxistin. Wisa xuyaye ku her biçe wê Tirkiyeê ji van mijaran dur bixin û li gelek herêman bê tecrîtkirin. NÊRÎNA MISIRÊ YA LI SER FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ Hat ragihandin ku ev jî dide xuyakirin bi Hûmûsê re li Sûriyeyê peywira peydakirina herêmên ewle jî dane ser milê Misirê û ev yek jî bi lihevkirina Amerîka û Rûsya re di nava ahengekê de pêk tê. Misir ku heta niha gelek caran der barê şer û pêvçûnên ji hêla komên girêdayî Tirkiye û hwd. pêk tên bertek nîşan dida û diyar dikir ku ev pêkanîn dixwazin şerê li Sûriyê heyî kurtir bikin, pêş diket. Heta niha Misirê der barê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê tiştek neyînî negotiye. Ji ber ku eleqedariyek mezin a rewşenbîr û siyasetmedarên Misirê ji bo projeya federasyona demokratîk heye. Dibe ku Misir di demên pêş de têkiliyan bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê deyne. Erdogan Altan -dihaber