Milê Gulsum Elvan şkandin 2017-08-12 10:52:33 STENBOL – Li Kadikoyê koma ku xwest piştgirî bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça rastî êrîşan polîsan hat. Polîsên ku dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan derp kirin, milê wê şkajdin. Ji bo piştgiriya Akademîsyên Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin û dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre jî hatin girtin, di roja 156'an a greva birçûbûnê de li ber Sureyya Opera çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyî de pankarta “Di roja greva birçîbûnê ya 156’an em karê xwe dixwazin” hat vekirin. Polîsan êrîşî çalakvanan kirin, 6 jê jin 16 kes binçavan kirin. Polîsan dayika Berkîn Elvan û xwişka wî bi lêdanê binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin destê wan li pişt wan kelepçe kirin û li maşineya polîsan sîwar kirin. MILÊ GULSUM ELVAN ŞKANDIN Gulsum Elvan a ku bi lêdanê hat binçavkirin, li Nexweşxaneya Hasekê hat hînbûn ku milê wê şikiya ye. 16 kesên hatin binçavan kirin jî, rakirin Midûryeta Şaxa Ewlekariya Stebolê. Piştî îfadeya Gulsum Elvan hat girtin, bi fermana dozger li Midûryeta Ewlekariyê serbest hat berdan. Hat ragihandin ku tomografiya milê çepê yê Gulsum Elvan hatiye kişandin û dê roja duşemê dayiyar bibe ka dê bê emeliyat kirin an na. Kesên din ên hatin binçakirin piştî lêpirsîna wan a Midûryeta Ewlekariyê serbest hatin berdan.