Di şerê bi çek de 3 kes mirin 2017-08-12 11:02:18 RIHA - Li navçeya Sêwêregê ya Rihayê kesên deyndarên hev şer kirin. Di şerê ku çek teqandin de 3 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû. Li taxa Camîkebirê ya navçeya Sêwêregê ya Rihayê li kargeriyekê di navbera 2 koman deyndarên hevde şer derket. Di şer de çek hatin teqandin û di bûyerê de Aydin Kankurt, Sultan Murat Bucak, Ahmet Yet û Ahmet Kosa birîndar bûn. Ji 4 kesên birîndar 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaeya Dewletê ya Sêwêregê. Li nexweşxaneyê Aydin Kankurt, Sultan Murat Bucak û Ahmet Yet jiyana xwe ji dest dan. Ahmet Kosa yê bi giranî birîndar bû jî dermankirina wî didome.