Kesek hat binçav kirin 2017-08-12 11:37:13 ÇEWLÎG – Li Çewlîkê rêveberê BDP’ê yê berê Zekî Bozan hat binçav kirin. Rêveberê Partiya Herîmên Demokratîk (DBP) a navçeya Kanîreşa Çewlîgê yê berê Zekî Bozan, leşkeran di ser mala wî ya gundê Cîlîgozu de girtin û ew xistin binçavan. Bozan birin Qereqola Cendirmeya navçeya Kanîreşê. Sedema binçavkirina Bozan nehat zanîn.