Di şerê li Dêrsimê de leşkerek mir, 2 jê birîndar bûn 2017-08-12 11:45:05 DERSIM – Di şerê li Dersimê de serbazekî jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn. Li çoltera gundê Çiçekli ya Dersimê, leşkarên Tîma Taybet ên Cendirmeyan ku bi şev derketin operasyonê, di navbera wan û PKK’iyan de şer derket. Di şer de serbazekî jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birindar bûn. Leşkerên birindar bi helikopterê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê. Operasyon lî herêmê hêj jî didome.